Îranê 3 girtiyên siyasî yên kurd bi darve kirin 2023-12-29 11:34:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî nûçeya Rojnewsê şeva borî sê girtiyên siyasî yên kurd ên bi navê Wefa Henare, Aram Umerî Berdiyanî û Rehman Perhazû ji aliyê rejîma Îranê ve hatin bidarvekirin.   Li gorî Rojnewsê şeva borî sê girtiyên siyasî yên kurd ên bi navê Wefa Henare, Aram Umerî Berdiyanî û Rehman Perhazû ku xelkê Urmiyeyê ne ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin. Li gorî nûçeya Rojnewsê ya ji çavkaniyên rojhilatê Kurdistanê wergirtî, hate diyarkirin ku heta niha cenazeyên girtiyan radestî malbatên wan nekirine. Hate ragihandin ku hêzên ewlekariyê malbatên girtiyên hatin bidarvekirin agahdarkirine ku wê cenazeyan radestî wan nekin.   Hêjayî gotinê ye ku di rojên borî de cezayê darvekirinê ji bo her sê girtiyên siyasî ji aliyê Şaxa 39’an a Dadgeha Bilind a Îranê ve hatibû dayîn.