Li ser rêbeja Colemêrgê hezaz çêbû: 3 kes birîndar bûn 2023-12-29 10:19:04   COLEMÊRG - Li ser rêbeja di navbera Colemêrg û Wanê de hezaz çêbû. 3 welatî di bin kevirên ketine ser rêyê de man û birîndar bûn.    Li ser rêbeja di navbera Colemêrg û Wanê li nêzî devera Yenî Kopruyê hezaz çêbû. Kevir û axa ku ji ber barînan bi ser rê de hate xwarê, wesayîta bi plakaya 27 KJ 574 da ber xwe. Welatiyên bi navên Kemal Can, Şemsettîn Çîftçî û Selahattîn Kaya yên di wesayîtê de bûn birîndar bûn. Welatiyên birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê.    Piştî hezazê, yekîneyên girêdayî midûriyeta rêbejan li herêmê hatin sewqkirin û xebatên vekirina rêyê dest pê kir.