Tirkiyeyê êrişî Şengalê kir: 5 kes hatin qetilkirin 2023-12-28 20:45:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa dewleta tirk ya li ser Şengalê de 5 karker jiyana xwe ji dest dan.   Balafirên bêmirov û biçek yên dewleta tirk li Şengalê êrişî konê karkerên kolandina bîrên avê kir. Di êrişê de 5 karker hatin qetilkirin.    Li gor agahiyên ku Rêveberiya Xweser ya Şengalê ragihandin, balafirên bêmirov yên dewleta tirk îro êvarî saet li dor 6'an li devera Kora Simoqya ya herêma Mezargehê ya girêdayî bajarokê Xanesorê 3 caran li ser hev konê karkerên kolandina bîrên avê bombebaran kirin. Di bombebaranê de 5 karker jiyana xwe ji dest dane û 2 karker jî birîndar bûne.