Di bombebarana dewleta tirk de zarokek birîndar bû 2023-12-28 12:02:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Di bombebarana dewleta tirk a li dijî Eyn Îsayê de zarokeke 16 salî birîndar bû.    Êrişên dewleta tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 23’yê kanûnê dane destpêkirin didomin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) di bombebarana li dijî Eyn Îsayê de zarokeke 16 salî ji lingê xwe birîndar bûye. Xilûd El Mistefa yê birîndar bûye, rakirin nexweşxaneya Reqayê.    Li gorî agahiyên malbatê dane, 3 tendonên lingê wê yê rastê qetiyane.