Binevserê teqawid Gur: Bombebarankirina deşt û çiyayan çareserî nîne 2023-12-28 11:14:37 ÎZMÎR - Binevserê teqawd Suleyman Şadî Gur êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê nirxand û got: “Bi bombebarankirina deşt û çiyayan, bi xerakirina bajaran çareserî nabe. Rêya çareseriyê, israra di daxwaza azadiyê de û belavkirina vê israrê ya di nava civakê de ye."   Êrişên Tirkiyeyê yên di 17’ê nîsana 2022’yan de li dijî Zap, Avaşîn, Metîna û Xakûrkê yên Herêma Federe ya Kurdistanê hatine destpêkirin, berdewam dikin. Wezareta Parastinê (MSB) daxuyand ku di pevçûnên 22 û 23’yê kanûnê de 12 leşker hatine kuştin. Li gorî agahiyên HPG’ê yên di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de; li Xakûrkê 27 û li Zapê jî 34 leşker hatine kuştin.     Endamê Lijneya Rêveber a Komeleya Leşkerên Muxalîf ên li Dijî Darbeyên Leşkerî (ADAM-DER) Binevserê teqawid Suleyman Şadî Gur, pevçûnên demên dawî nirxand û got. “Bi bombekirina deşt û çiyayan, bi xerakirina bajaran çareserî nabe.”   'JI BO TU BI DIZIKÎ BIKEVÎ NAV DIVÊ AXA TE HEBE'   Gur, destnîşan kir ku stratejîst biryar didin ku bê ka dê li Herêma Federe ya Kurdistanê leşker bên bicihkirin yan na û bal kişand ser daxuyaniya wezeratê ku dibêje; "Bi dizikî ketin nav û ewqas zirar dan." Gur, wiha axivî: “Ji bo ku bêjin ‘bi dizikî ketin nav’, divê artêş li ser xaka be. Ew der ne axa Tirkiyeyê ye. Di nav welateke din de çawa bi dizikî dikevin nav, ez fêm nakim."    'ŞEREKÎ QIRÊJÎ TÊ MEŞANDIN'    Gur, êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê weke “şerekî qirêjî” şîrove kir û destnîşan kir ku ji ber mirinên li her du aliyan çêdibin xemgîn dibe. Gur, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku jiyaneke aştiyane bi kêrî karê hêzên milîtarîst nayê û wiha axivî: “Aliyek li ser netewperestiyê tê sorkirin, aliyê din dikeve parastinê. Ji bo her du aliyan jî şerekî bêzar dike heye. Ne kuştina mirovan a bi kemînên bimayîn, ne jî kuştinên 'bi dizî ketina nav', peyam nayên dayîn. Bi bombekirina deşt û çiyayan, bi xerakirina bajaran, bi kuştinê çareserî nabe. Rêya çareseriya vê yekê ew e ku biisrar daxwaza aştiyê bikin û vê aştiyê di nava civakê de belav bikin."     Di dirêjiya axaftina xwe de Gur da zanîn ku di şerê 40 sal in tê domandin de dixwazin nîjadperestiya di nava civakê de cih bikin û hişyar kir ku divê her du aliyên civakê jî li dijî nijadperestiyê li ber xwe bidin.    ‘DIVÊ EM BI GAVÊN NÛ YÊN DESTHILATÊ NEXAPIN’   Gur, destnîşan kir ku ji ber girtina qenalên diyalêgê, êdî aştî nayê axaftin û ev tişt anî ziman: “Li dijî xwestina me ya aştiyê, dê desthilat dîwaran bilind bike. Çawa ku di Mutabaqata Dolmabehçeyê de mase anî xwarê û ji bo civaka xwe li dora xwe bicivîne kir avantajek, dê gavên nû jî pêş bixe. Divê em bi van nexapin, bêyî ku bawer bikin divê em di daxwaza xwe ya aştiyê de bi israr bin, diyalogê saz bikin.”   ‘ŞER KÊRÎ KARÊ SERMAYEYÊ TÊ’   Gur, li dijî talûkeyên milîtarîzmê hişyariyên xwe kir û bi bîr xist ku dema milîtarîzm tê lêpirsînkirin, divê pirsa “dê şer bi kêrî karê kê were” were kirin. Gur, da zanîn ku milîtarîzm civaka sivîl jî weke bi çavê leşkerî bi rêvebirin e û got. “Divê em li hemberî vê derbikevin. Milîtarîzm bi şer mayînde dibe. Şer bi kêrî karê kê tê? Bi kêrî karê sermayeye tê. Divê ev were vegotin. Hejmara me çiqas zêde bibe, em ê ewqas zêdetir karibin bidin fêmkirin.”   ‘LI ŞÛNA ÎHA Û SÎHA'YÊ BILA ÇAVKANIYAN BIDIN XIZANAN’   Di dawiya axaftina xwe de Gur bal kişand ser bandora şer a li ser gelan û ev tişt anî ziman: "Wek welat destkeftiyên me hene. Divê em van biparêzin. Navê wan çi bibe bila bibe, mirov dimirin. Hêza welat ji bo şer diçe. Divê em ji van xelas bibin. Pereyê ji bo şer tê xerckirin, dikare ji bo xizanan were xerckirin. Şûna em ÎHA û SÎHA’yan çekin, em bûdçeyê ji bo xizanan veqetînin, em ê karibin bibin civakeke bextewartir. Mirorên xwedî aqil ên di ferqa rastiya şer de dikarin mirovên din hişyar bikin. Bi vê yekê dikare ev şer were sekinandin. Em ê vebêjin û hewl bidin ku aliyê hember jî bidin fêmkirin. Divê em bi wan re biaxivin. Ji bilî vê tu rêyên me yên din nînin."    MA / Delal Akyuz