Keça girtiyê nexweş Çam: Bavê min bi mirinê re rû bi rû ye 2023-12-28 09:20:44   SÊRT - Şîmel Çam, keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam, diyar kir ku ew ji ber rewşa tenduristiya bavê xwe bi fikar in û got: "Bi mirinê re rû bi rû ye. Divê demildest bê dermankirin."   Serokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê Sêrtê yê berê Mehmet Emîn Çam (72) ku di 12'ê Kanûna 2012'an de li Sêrtê bi hinceta "di nava Meclisa Bajêr a KCK'ê de cih girtiye" hat girtin, piştî 10 mehan hat berdan. Lê Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 9 sal ceza li Çam birî. Çam piştî ku cezayê wî ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, di 14'ê Adara 2022'yan de careke din hat girtin. Çam ku 17 rojan li Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê di hucreya yekkesî de ma, di 1'ê Nîsana 2022'yan de sewqî Girtîgeha Tîpa T a Qubînê ya Êlihê hat kirin.   Çam di lîsteya girtiyên nexweş ên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye. Di sala 2014’an de li aliyê rastê yê mejiyê Çam lekeyek hat dîtin. Çam ê ku di gurçika wî de kîst heye û emeliyat bûye, divê heta dawiya temenê xwe dermanên rohnkirina xwînê û dermanên êşê bi kar bîne. Piştî ku Çam ket girtîgehê nexweşînên wî girantir bûn. Her wiha her diçe guhên Çam jî giran dibin.    ‘MILÊ XWE YÊ ÇEPÊ Û LINGÊ XWE YÊ RASTÊ HÎS NAKE'   Keça Çam, Şîmel Çamê diyar kir ku ew ji jiyana bavê xwe bi fikar in. Çamê anî ziman ku di 25'ê kanûnê de bi bavê xwe re hevdîtin pêk aniye û wiha got: “Ragihand ku nexweşîna wî ya gurçikên didome. Ji ber vê yekê diviyabû emeliyat bûbûya, lê tevî serlêdanên me jî nehat dermankirin. Ji ber kîstê germ nabe. Di zivistanê de bêtir zehmetiyê dikişîne. Ev nexweşî zorê li wî dike. Her wiha diyar kir ku hê jî milên wî diêşe û milê xwe yê çepê û lingê xwe yê çepê hîs nake. Dixwaze sedema vê zanibe. Lêbelê, tu tiştî jê re nabêjin. Çavên wî jî baş nabînin. Hem miyop hem jî astîgmat pê re heye."    Çamê anî ziman ku divê bavê wê li derve bê dermankirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bavê min ê ku nikare jiyana xwe bidomîne, bi mirinê re rû bi rû ye. Di girtîgehê de ragirtina wî, qesta kuştinê ye. Tu îzahiyata vê yekê nîn e. Mafê dermankirinê yê li girtîgehê jî tê astengkirin. Li vir nexweşînên wî girantir bûne. Demildest divê bê berdan û dermankirin. Em naxwazin darbesta wî ji girtîgehê derkeve."