Dema pêşhilbijartina DEM Partiyê eşkere bû 2023-12-27 19:41:24   ENQERE - DEM Partî, dê di 6'ê Çileyê û piştî wê de li gelek bajar û navçeyan ji bo diyarkirina namzetan hilbijartinekê li dar bixe.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) amadekariyên xwe yên ji bo hilbijartina xwecihî ya 31'ê Adara 2024'an didomîne. Serlêdana bernamzetiyê ya ji bo hevşaredariyê, endamtiya meclisa şaredariyê û endamtiya meclisa giştî ya bajêr di 25'ê Kanûnê de bi dawî bû. Her wiha bi diyarkirina namzetan jî dê pêşhilbijartinek bê lidarxistin.    Li gor agahiyên bi dest ketin pêşhilbijartin dê di navbera 6 û 14'ê Çileyê de bên lidarxistin. Lê belê nehat diyarkirin ku dê ji bo pêşhilbijartinê li kîjan bajar û navçeyan sindoq bên danîn.    Tê payin ku dê pêşhilbijartin di navbera 6-14'ê Çileyê de bên lidarxistin.    Ger di pêşhilbijartinan de kesek nîviyê dengan negira (50+1) dê di navbera 7 û 13'ê Çileyê de pêşhilbijartineke din bê çêkirin. Di tûra yekemîn de du bernamzetên dengên zêde wergirin dê di ya duyan de car din ji bo wan hilbijartinek bê çêkirin.