Sebahat Tuncel dest bi greva birçîbûnê dike 2023-12-27 16:22:33   ENQERE - Siyasetmedara kurd Sebahat Tuncel diyar kir ku ji bo vekirina rêya çareseriyê ya ji Îmraliyê re derbas dibe, dest bi greva birçîbûnê dike.    Siyasetmedara kurd Sebahat Tuncel ku ji Doza Kobanê girtî ye, ragihand ku tev li greva birçîbûnê ya ku girtiyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk daye destpêkirin, dibe.    Tuncel, têkildarî mijarê bi rêya parêzerên xwe nameyek şand. Di peyema xwe de Tuncel got ku ji sibê ve dest bi greva birçîbûnê dike. Tuncel, da zanîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane, girtî hewl didin rêyekî vekin. Di peyama xwe de Tuncel êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û got ku dewleta tirk êrişî hemû destkeftiyên gelê kurd dike.    Tuncel, anî ziman ku tekane rêya çareserkirina pirsgirêka kurd guftûgo û muzakere ne û ev tişt anî ziman: “Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan dibêje ku ji bo çareseriyê amade ye. Ne gelê kurd, Tirkiye ji çareseriyê direve.  Divê çîna karker û kedkar a Tirkiyeyê jî li banga aştî û çareseriyê ya gelê kurd guhdar be. Heke wisa bibe, dê îktîdar neçar bimîne ku gav biavêje. Divê hemû kes ji bo aştiyê berpirsyartiyê li xwe bigire. Weke girtiyên siyasî yên kurd em vê berpirsyartiyê li xwe digirin. Tiştên ku em li girtîgehê bikin bisînor in. Lewma em bedena xwe birçî dihêlin. Banga me ew e ku her kes li dora vê çalakiyê bibe xelek û têkoşînê mezin bike.”