Koordînasyona Giştî ya Şopandina Grevên Birçîbûnê: Bikevin nava tevgerê 2023-12-27 15:58:29   ENQERE - Koordînasyona Giştî ya Şopandina Grevên Birçîbûnê diyar kir ku divê daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de esas bên girtin û banga “bikevin nava liv û tevgerê” li rêxistinên neteweyî û navneteweyî kir.    Koordînasyona Giştî ya Şopandina Grevên Birçîbûnê têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ya li girtîgehan di çarçoya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de di 27’ê mijdarê de hatiye destpêkirin, li Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daxuyanî da.    Endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED) tev li daxuyaniyê bûn.    ‘MAFÊ TENDURISTIYÊ YA GIRTIYAN DI BERPIRSYARTIYA DEWLETÊ DE YE’    Endama OHD’ê parêzer Çîgdem Kozan di daxuyaniyê de axivî û ji bo parastina mafê tenduristiyê yê girtiyan wiha bang li saziyan kir: “Rûmeta girtiyan, mafê jiyanê û mafê tenduristiyê û hemû mafên girtiyan di berpirsyartiya dewletê de ne. Heke ev madeyên ku di asta herî kêm de divê bên girtin bên bisînorkirin, mîna çalakiyên di salên berê de, dê di vê çalakiyê de jî rê li ber xesarên mayînde û mirinan veke.”    ‘HÊJ PÊVAJO VENEGUHERÎ QONAXEKE TALÛKE...’    Kozan, got ku rewşa agahînegirtina mutleq a li Îmraliyê didome û diyar kir ku ev rewş binpêkirina Destûra Bingehîn û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye. Kozan, wiha domand: “Dewlet û îktîdara siyasî, hêj greva birçîbûnê veneguherî qonaxeke talûke divê daxwazên girtiyan binirxîne. Nexwe dê ji encamên giran ên têkildarî mafên tenduristî û jiyanê yên girtiyan dîsa dewlet û îktîdar berpirsyar be. Lewma divê di serî de Wezareta Dadê, hemû saziyên têkildarî tavilê bikevin nava liv û tevgerê.”    BANG LI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ KIR    Kozan, destnîşan kir ku divê saziyên navneteweyî jî berpirsyartiyên xwe pêk bînin û wiha pê de çû: “Em bi raya giştî re radigihînin ku weke rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê; grevên birçîbûnê jinêzve dişopînin, bi rêya parêzeran diçin serdanan, daxwazên girtiyan bi îktîdara siyasî re parve dikin, ji bo raya giştî ya demokratîk hestiyartir tevbigere di nava hewldanan de ne, ji bo saziyên neteweyî û navneteweyî berpirsyartiyên xwe bi cih bînin di nava hewldanan de ne, bi kurtasî ji bo zirar negihije çalakvanan û tecrîd bê rakirin tişta ji destê me tê em dikin.”    ‘DIVÊ DEWLET Û ÎKTÎDAR BIKEVE NAVA HEWLDANAN’    Herî dawî jî Kozan wiha got: “Di çalakiyên grevên birçîbûnê yên berê de me encamên dilêş jiyan. Divê êşên nû neyên jiyîn. Ji bo vê jî divê dewlet û îktîdara siyasî tevdîrên pêwîst ên aştiyane bigire û daxwazên girtiyan binirxîne. Ji bo vê jî divê bikevin nava hewldanan. Divê di çarçoveya mafên bingehîn û azadiyê de nêzî pirsgirêkê bibin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê, di serî de Wezareta Dadê, banga me ji bo hemû saziyên hiqûq û mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî ew e ku bihestiyar tevbigerin.”