Ji kesên li 3 bajaran hatin binçavkirin 9 jê hatin berdan 2023-12-27 14:52:19   ÎZMÎR - Ji kesên li Îzmîr, Mûgla û Manîsayê di encama operasyanan de hatin binçavkirin 9 jê hatin berdan.    Polîsan duh li 32 bajaran bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan ên li Îzmîr, Mûgla û Manîsayê de nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî di nav de 15 kes hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê jî xebatên di nava saziyan de û parvekirinên li ser hesabên medyaya dijîtal hatin nîşandan.   Di serdegirtinên li Îzmîrê de aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Emîne Înan, Hevserokên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anadoluyê (ANYAKAYDER) Rahîme Turan û Mîkaîl Fîdan, rêvebera komeleyê Zarîfe Sungur, Fevziye Pulat, rêvebera DEM Partiyê ya navçeya Alîagayê Ayfer Yildirim û Çîçek Orhan hatin binçavkirin. Piştî îfadeya li emniyetê, sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji binçavkiriyan 7 jê piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan.    MÛGLA    Karkerên înşaetê Varol Yildirim Çakar û Senar Aysal jî dema li Mûglayê li ser şantiyeyê dixebitîn, hatin binçavkirin. Piştî îfadeya li emniyetê, sewqî edliyeyê hatin kirin. Her du welatî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    MANÎSA    Li Manîsayê jî welatiyên bi navên Mûrat Gur, Firat Badir, Servet Guneş, Behiye Musavar, Mahsun Denîz û 2 kesên navên wan nehatin zanîn di encama serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin. Ev kes hêj jî li emniyetê tên ragirtin û tê payîn ku karûbarê îfadegirtinê îro dest pê bike.