Navê ‘Esat Oktay Yildiran’ ê li dibistanê hatibû kirin hat rakirin 2023-12-27 13:35:46   ÎZMÎR - Li Bucayê navê “Esat Oktay Yildiran” li dibistanekê hatibû kirin û piştî bertekan ev nav hate guherandin.    Navê Esat Oktay Yildiran ku piştî darbeya 12’ê Îlona 1980’an li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bi îşkenceyên xwe tê zanîn, li dibistana gundê Belenbaşi ya navçeya Buca ya Îzmîrê hatibû kirin û li dijî vê biryarê bertekên tund hatibûn nîşandan.    Serokê Şaxa Hejmar 5 a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Îzmîrê Savaş Candemîr bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku navê dibistanê hatiye guherandin. Candemîr, wiha got: “Di encama daxuyaniyên me yên di nava du rojan de û bertekên raya giştî, navê îşkencekar Esat Oktay Yildiran li ser dibistanê hate rakirin. Navê dibistanê di saetên serê sibehê de hate guherandin û dîsa bû Dibistana Seretayî ya Belenbaşi. Em spasiya her kesên di vê mijarê de bi hestiyar tevgeriyan dikin. Em ê derheqê kesên bûne sedema lêkirina vî navî li dibistanê serlêdana sûc bikin.”    WÊNEYÊ VEKIRINA DIBISTANÊ HATE RAKIRIN    Her wiha Midûriyeta Perwerdeyê ya Neteweyî ya Navçeya Bucayê jî li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal wêneyê vekirina dibistanê rakir.