Di doza Sîncar de dozger hate guherandin 2023-12-27 13:32:20 AMED - Di doza qetilkirina Mehmet Sîncar de dozger hate guherandin lewma mutalaa nehat amadekirin.    Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Mêrdînê Mehmet Sîncar di 4’ê îlona 1993’yan de li Êlihê hate qetilkirin. Têkildarî qetilkirina Sîncar de doz hatibû vekirin û tetîkkêşê Hîzbûllahê Cîhan Yildiz dihat darizandin. Danişîna dozê li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Bersûc Yildiz, bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Hevjîna Sîncar, Cîhan Sîncar, parêzerên wî Mehdî Ozdemîr û Ercan Yilmaz di danişînê de amade bûn.    Dihat payîn ku dozger di vê danişînê de mutalaaya xwe pêşkeş bike. Lê belê ji ber ku dozgerê dosyayê hate guherandin, mutalaa nehat pêşkeşkirin. Dozgerê nû diyar kir ku firsenda wî ya lêkolînkirina dosyayê çênbûye û ji bo amadekirina mutalaayê xwest dosya jê re were şandin.    Bersûc û parêzerên dosyayê jî gotin ku dê piştî mutalaayê parastina xwe bikin.    Dadgehê, ji bo amadekirina mutalaayê biryar da ku dosya ji dozger re bê şandin. Danişîna dozê taloqî 6’ê hezîrana 2024’an hate kirin.