Komkujiya Roboskê: Dema min destê xwe da cenazeyê birayê xwe sar bû û min got êdî venagere 2023-12-27 09:01:26 ŞIRNEX - Cansel Encû di dema Komkujiya Roboskê de 10 salî bû û birayê xwe winda kir. Encû, şeva komkujiyê wiha vedibêje: “Dema min destê xwe da cenazeyê birayê xwe, laşê wî cemidî bû. Wê kêliyê min hîs kir ku dê birayê min êdî venegere. Ji ber komkujiyê, zarokatiya min pir dijwar derbas bû.”  Di 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskê yê navçeya Qileban a Şirnexê di  bombebarana balafirên şer ên artêşa tirk de 19 jê zarok bi giştî 34 kes hatin qetilkirin. Bi ser komkujiyê 12 sal derbas bûn. Di van 12 salan de kujer hatin parastin lê têkoşîna malbatan a ji bo edaletê qet ranewestiya. Zarokên wê demê yên di Komkujiya Roboskî de xizm, heval û birayên xwe winda kirin jî qet mezin nebûn. Zarokan ew kêlî hêj jibîr nekirine û bi heman trawmayê dijin.    Yek ji van zarokan jî Cansel Encû (23) ye. Encû, di dema komkujiyê de 10 salî bû û birayê wê yê mezin Muhammed Encû (13) ku 3 sal jê mezintir bû, di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da. Birayê wê Muhammed hem mezinê malê bû û hem jî hevalê wê yê herî baş bû. Ji bo ku birayê wê, wê rojê neçe her tiştekî dike lê belê hemû hewldanên wê bêencam man û birayê wê berê xwe da ser sînor. Birayê wê yê ku bi ken ji malê derket, cenazeyê wî yê sar bi traktoran anîn malê. Encû dibêje ku komkujî hêj mîna duh li bîra wê ye.    'JI BO KU NEÇE MIN KINCÊN WÎ NEDANÊ'   Cansel Encû niha ji bo zanîngehê amadekariyê dike û daxwaza wê ew e ku bibe parazer. Sedemê wê ya ji xwendina beşa hiqûqê ew e ku Komkujiya Roboskê ronî bike û edalet pêk bê. Encû, wiha qala şeva komkujiyê dike: “Di dema komkujiyê de ez 10 salî bûm. Wê şevê bavê min li malê nebû. Ez û dayika xwe tenê li malê bûn. Birayê min hat û ji dayika min re got,’Ez ê biçim.' Dayika min jî ji wî re got,' neçe bavê te piştre aciz dibe.' Wî jî ji diya min re got,' ez ê vê carê biçim û êdî nema diçim.’ L em dîsa jî qaneh nebûn û ji bo ku birayê min neçe min û diya xwe hêstir lê veşart. Lê ew dîsa jî nesekînî û çû hestira cîranê me bar kir û çû. Min jî di wî temenê xwe yê biçûk de ji birayê xwe re got,’ma tu dê vê sermayê de biçî çi bikî?' Ji bo ku ew neçe, min kincên wî lê veşartin û nedanê. Ji bo ku neçe me ji wî re kar derxist lê guhdar nekir û çû.    Dema ku çûy rûyê wî bi ken bû û destê xwe li me hejand û çû. Bi şev seat 21:00 bû. Di dilê wê de hîsekî nebaş hebû. Ez jî zarok bûm û min digot, ‘îşev dê tiştekî gelek nebaş çêbibe.' piştre dengek hat. Dayika min derkete derve û got,' tiştek bû.’ Min jî ji wê re got,’tiştek nebû ma qey tu nizanî her roj ev deng tên.' Li ser wê axaftina me 20 deqîqe derbas nebûn, qêrîn û hawarek kete nava gund. Bi qêrînan re me xwe avêt derve. Her kes li derve bû. Piştre pismamê min hat û got,’lepik û ronahiyê ji min re bînin ez ê biçim.’ Wê demê birayeke min ê yek salî jî hebû. Qêrîn qet nesekinîn. Her kesekî tiştek digot. Her kesî digot,’kurê min miriye.’”    'BI TRAKTORAN CENAZE ANÎN Û LI BER ÇAVÊN ME DERBAS BÛN'   Bi domdarî Encû diyar kir ku di wî temenê xwe yê biçûk de cenaze dîtiye lewma zarokatiya wê nebaş derbas bûye. Encû, axaftina xwe wiha domand: “Ev tişt beriya komkujiyê çêdibûn. Me jî dogot,'ji xwe her carê pêşiya wan digirin.' Lê mixabin ku vê carê wisa nebû. Her kesekî betanî kom dikirin û berê xwe dida sînor. Pêvajoyeke gelek nebaş bû. Dayika min jî çû û birayê min ê biçûk jî emanetî min kir. Destê min dilerizîn, diranên min weke ku dişikên dilerizîn. Min êdî nedikarî biaxivim. Min tenê duayek dikir û digot,' xwedeyo tiştek li birayê min nehatibe, tu wî biparêze.' Piştre agahî hat û gotin hemû jî mirîne, yek jî bi sax nema ye.    Rê di bin berfê de mabûn û tiştek xuya nedikir. Telefona birayê min li gel dayika min bû. Ceketê birayê min bi diya min re mabû. Piştre bavê min jî hat û çû cihê bûyerê. Bavê min qal dike û dibêje, ‘dema ku min cenazeyê Muhammed dîtî, yek destê wî bi hevalê wî re bû yek jî bi werisî ve bû.' Xwestiye hem hevalê xwe hem jî hestira xwe rizgar bike. Çar cenaze siwarî traktoran kiribûn û anîn taxa me. Em di serê sibehê de rabûn û li ber çavên min traktorên tije cenaze derbas bûn. Ez wê nêçariya bavê xwe hîç jibîr nakim. Dayika min bi israr xwest ku li cenazeyî binêre. Bavê min ji wê re got,' ma tu dê li çi binêrî. Tiştek jê nema ye.' Ez zarok bûm û min destê xwe li cenazeyekî da. Min li pey traktorê baz da. Dotmama min pişt min hat û got,' tu ku ve diçî?' Min jê re got,' ez ê pişt birayê xwe bimînim.’ Piştre traktor hêdî hêdî çû.”    'MIN HÎS KIR KU ÊDÎ VENAGERE’   Cansel Encû, kêliya ku destê xwe daye cenazeyê birayê xwe jî wiha vegot: “Dema ku min destê li cenazeyî da, tişta ku min hîs kirî ev bû; pir sar bû. Cenaze weke êzing bûbû. Nikarim tişta min hîs kirî vebêjim. Min ne tenê tiştek, min gelek tişt hîs kirin. Min, wisa hîs kir ku êdî birayê min venagere. Min zarokatiyeke gelek dijwar derbas kir. Bifikirin ku li ber çavê we li ser traktorê cenaze derbas dibin. Piştî wê bûyerê zarokatiya min belave bû. Ji wê rojê heta niha em bi ser xwe ve nehatine. Baweriya min bi edeletê nîne. Heke edalet hebûya, dê 12 sal beriya niha pêk bihata.” ,   MA / Zeynep Durgut