Ev 17 roj in kujerên Gun nehatine girtin: Kujer kontra ne lewma nayên girtin 2023-12-27 09:00:43 ŞIRNEX - Bi ser qetilkirina Ahmet Gun re 17 roj derbas bûn lê hêj jî kujerên wî nehatine girtin. Hevserokê DEM Partiyê yê Qilebanê Abdullah Gun diyar kir ku heman gef li wî jî hatine xwarin û wiha got: “Kujerên heval Ehmed kontra ne lewma nayên girtin.”  Endamê Meclisa Şaredariya bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qileban a Şirnexê û rêveberê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê bajarokê Ahmet Gun, di 11’ê kanûnê de li gundê Taloka yê girêdayî bajarokê Sêgirgê di êrişê de hate qetilkirin. Kurê wî Abdurrahîm Gun jî birîndar bû. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hatibû destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de ji bersûcan cerdevanê teqawid Enver Babat ê 60 salî hatibû binçavkirin. Piştre Babat bi sûcê “Kuştina biqesdî” hate girtin. Bi ser qetilkirina Gun re 17 roj derbas bûn lê hêj jî kujerên wî nehatine girtin.    Heman malbata ku êrişî Gun kirin, di 16’ê tîrmeha îsal de heman gef li Hevserokê DEM Partiyê yê Qilebanê Abdullah Gun xwaribû. Di êrişê de 3 golikên Abdullah Gun ên li mezrayê hatibûn kuştin û 7 golik jî hatibûn windakirin. Gun, têkildarî bûyerê gilî kiribû. Endamê partiyê Veysel Babat jî rastî heman gefan hatibû.    Hevserokê DEM Partiyê yê Qilebanê û pismamê Ahmet Gun, Abdullah Gun têkîldarî mijarê ji ajansa me re axivî.    'BI ÇEKA CERDEVANIYÊ QETIL KIRIN'   Gun, pismamê wî hedef hatiye girtin û qetilkirin û wiha got: “Bûyereke mîna vê bûyerê sosret nebû. Heval Ehmed hevalekî partiyê bû û her tim bi min re bû. Her roj bi min re dihat partiyê û heta êvarê em bi hev re bûn. Tu pirsgirêkên wî yên civakî û malbatî nebûn. Hin mafên bingehîn ên mirovan hene ku yek ji wan jî milk e. Cihê ku heval Ehmed lê hatiye qetilkirin gundê wî bû. Ji bo amadekariya zivistanê çûbû êzing kom dikir. Ev mirovên kujer çûn wê derê, gef li heval Ehmed xwarin û jê re gotin; ‘Em destûr nadin tu li vê derê bimînî. Heke tu bimînî dê te bikujin.’ Piştre jî qetil kirin. Bûyera hevalê Ehmed ne bûyereke edlî ye. Bi zanebûn hedef girtin û bi çeka cerdevanan qetil kirin.”    'KUJER KONTRA NE'   Bi domdarî Gun anî ziman ku Ahmet Gun serî li ber zext û gefên cerdevanan nedanî lewma hedef hat girtin û wiha domand: “Beriya niha jî heman gef li min û rêvebereke din ê partiyê xwarin. Heval Ehmed xizmetkarê partiyê û gelê xwe bû. Ji bilî xizmetê tişteke din nedikir. Hemû gelê herêmê heval Ehmed nas dikir. Malbata ku heval Ehmed qetil kirî, kontra ye. Li ser vê herêmê desthilatdariyek avakirine û dibêjin,'An hûn ê bi daxwazên me bikin an jî em ê we sax nehêlin.’ Heval Ehmed serê xwe netewand lewma hate qetilkirin. Li gorî berjewendiyên wan ên qirêjî tevnegeriya. Lewma hat qetilkirin.”    ‘DIBE KU HEMAN TIŞT BI SERÊ ME JÎ BÊ’    Gun, axaftina xwe wiha qedand: “Bi ser bûyerê re 17 roj derbas bûn lê hêj jî kujer nehatine girtin. Walî, qeymeqam û rayedarên payebilind hatin şînê û soza girtina kujeran dan. Lê tenê kesekî 65 salî teslîm bûye. Em baş dizanin ku ew her sê kesên din bi tu deveran ve neçûne û li Sêgirkê ne. Em dizanin ku ev kes tên parastin. Dewlet jî bi vê dizane. Ev kes cerdevanin. Heke dewletê û walî bixwestina dê heta niha bihatina girtin. Ji bo bûyerên wiha rû nedin û ev zilm bi dawî bibe, em ê şopdarên vê dozê bin. Ji hêla hiqûqê ve em ê hemû mafên xwe bi kar bînin. Em wan kujeran bibînin û heta ji hêla hiqûqî ve tên cezakirin jî em ê nesekinin. Dixwazin li vir tu welatparêz nemînin. Endamekî me yên din jî her tm hedef tê girtin. Gef li min û hevalên din jî tên xwarin. Dibe ku heman tişt bi serê me jî bê. Lê me kirasê tirsê çirandiye û serê xwe natewînin. Em ê li ser xeta berxwedanê ya heval Ehmed têkoşîna xwe bidomînin.”