Gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bombebarankirin 2023-12-26 19:59:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê, li Rojava êrişê mal û kewarên xurekan kirin û di êrişan de kesek birîndar bû.   Êrişên Tirkiyeyê yên li hember Rojava ji 23’yê Kanûnê de ye didomin. Li Girê Ziyaretê Colî ya 4 km ji Girkê Legê ya girêdayê Qamişlo dûr e kewarên genim hatin bombebarankirin. Hat diyarkirin ku êrîş didome û hr wiha li hember herêma Hîzama Bakur a Qamişlo jî êriş didomin.   Li Şedadê topa hat avêtin îsabetê malekê hat kirin û kesê bi navê Salîh El Salîm birîndar bû.   Li hember noqteya kontrolê ya Neîmetlî ya li ser riya Qamişlo-Tirbespiyê û taxa Elaya ya Qamişlo êrîş pêk hatin. Tirkiyeyê li Kobanê jî êrişê du noqteyên kontrolê kirin.   Her wiha gundê Tewîla ya Tîl Temîr a Cizîrê jî hat bombebarankirin. Li gorî agahiyan êriş didomin.