Nobeta Edaletê: Bila tecrîd bê rakirin 2023-12-26 16:21:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên Nobeta Edaletê yên li gelek bajaran didomin de hat xwestin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tavilê bê rakirin.    Nobeta Edaletê ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” li Amed, Wan, Mêrsîn, Edene û Stenbolê hatibû destpêkirin didome.    WAN   Nobeta di pêşengtiya Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) a Wanê li Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hate destpêkirin di roja 22’emîn de ye. Nûnerên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Bêgiriyê, endamên Meclisa  Dayikên  Aştiyê û parlamenterê HDP’ê yê berê Mûrat Sarisaç hatin serdana çalakvanan.    SARISAÇ: DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN   Parlamenterê HDP’ê yê berê Mûrat Sarisaç di serdanê de axivî û wiha got: “Xelkên bindest ji dîrokê heta niha li dijî bêhiqûqtî û zilmê dikevin grevên birçîbûnê. Niha li girtîgehan bi hezaran girtî ketine greva birçîbûnê. Daxwazan wan jî ew e ku tecrîda mutleq a li ser Ocalan bê rakirin û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe. Dewlet dixwaze bi şer re bersivê bide pirsgirêka kurd lê hemû dinyayê dît ku ev çareserî nîne. Pirsgirêka kurd îro bandorê li tevahiya gelên Tirkiyeyê dike. Aborî, demokrasî û azadiyên welêt tên tecrîdkirin. Di ‘pêvajoya çareseriyê’ de welêt mîna gulistanê bû. Em dixwazin rêyên muzakere û guftûgoyê bên vekirin. Rêya vêya herî girîng jî rakirina tecrîda li ser Ocalan e. Em bi malbatên girtiyan re ne û banga me ew e ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.”    Çalakî bi dirûşma “Bijî Berxwedana zindanan” dom kir.    AMED    Li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Rezanê Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin û çalakî di roja 22’yemîn de berdewam kir. Dayikên ku pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kiribûn her tim dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” , “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin û stranên kurdî gotin. Rêveberên Rêxistina DEM Partiyê ya Xana Axpar û Genel-Îşê û gelek welatî hatin serdana çalakvanan.    Sulhiye Sarihan ji roja ewil heta niha di çalakiyê de cih digire û di çalakiyê de axivî. Sarihan, wiha got: “Banga me ji bo hemû dayikên zarokên wan hem li hundir hem jî li derve ev e; piştgiriyê bidin Nobeta Edaletê. Heke em bihêz bibin dê encamekî erênî bi xwe re bîne. Heta ku çareseriyek tê peydakirin jî dê nobeta me bidome.”    MÊRSÎN    Çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxaran re ya Çukurovayê (ÇUKUORVA TUAY-DER) hatiye destpêkirin jî bi tevlibûneke zêde ya endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gel didome. Di nobetê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe”  hatin berzkirin. Ji dayikên girtiyan Kadriye Oguz ku di Nobeta Edaletê de cih digire banga mezinkirina têkoşînê kir û wiha got: “Hêj ji girtîgehan şehîd derneketin divê her kes rabe ser pêyan. Zarokên me ji bo Rêbertiyê û bidawîkirina zextan dest bi çalakiyê kirin. Çeka wan, bedena wan e. Ez, têkoşîna wan pîroz dikim.”    EDENE    Nobeta Edaletê ya li Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re Akdenîz Adanayê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin jî di roja 23’yan de berdewam dike. Di çalakiyê de pankartên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatin vekirin. Serdanên ji bo çalakiyê didomin.