DEM Partî: Bombebarankirina qadên sivîlan sûcê şer e 2023-12-26 13:28:42   ENQERE - DEM Partiyê diyar kir ku bombebarankirina qadên sivîlan ên Bakur û Rojhilate Sûriyeyê ji hêla dewleta tirk ve sûcê şer e û wiha got: “Êrişên xwe yên li dijî Rojava bi dawî bikin.”    Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî êrişên hewayî yên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di êrişan de qadên sivîlan hedef tên girtin û hat gotin ku ev yek sûcê şer e.    GELEK KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN   Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di serî de stasyonên petrolê û embarên genim, di saetên şeva 23’yê kanûnê de li dijî binesaziya bajarên Dêrik, Qamişlo û Tirbêspiyê bombebaraneke giran hate kirin. Di êrişan de tesîsên ceyran, petrol û gazê yên li Hesekê xizmet didan xelkê herêmê hedef hatin girtin. Di 25’ê kanûnê de jî li çoltarê Efrînê, Qamişlo û Kobanê depoya sotemeniyê û çapxane hdeef hatin girtin. Di heman demê de febrîqeya çîmentoyê, bîrên petrolê, embarên genim û kargeh jî bûn hedefa êrişan. Weke ku tê zanîn di êrişan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, karkerên înşaetê jî di nav de gelek sivîl jî birîndar bûn. Em kesên jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr tînin û ji bo birîndaran şîfaya xêrê dixwazin.    HEDEFA ÊRIŞAN KURD IN   Di nava vê salê de balafirên şer ên tirk 117 caran li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran pêk anîn. Di van êrişan de 86 kes hatin qetilkirin. Eşkereye ku hedefa êrişan kurd in. Hedefgirtina qadên sivîlan û jîngehan jî nîşaneya vê rastiyê ye. Îktîdara AKP-MHP’ê, Xala 51’emîn a Peymana Neteweyên Yekbûyî berevajî dike û hewl dide van êrişên xwe yên li dijî kurdan  weke êrişên rewa bin nîşanî qada navneteweyî bide. Di encama van êrişan de mîna li Efrînê, li herêmên kurdan sûcê şer dike û polîtîkaya guherandina demografyayê dimeşîne. Bi van êrişan nahêle çareseriya siyasî ya Sûriyeyê pêş bikeve û dike ku şer li seranserî herêmê belav bibe.    DAXWAZA GELÊN TIRKIYEYÊ AŞTÎ YE   Ev êriş, ji bilî girankirina êşan dê bi kêrî tu tiştekî neyên. Gelên Tirkiyeyê dixwazin êdî pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin. Şer û pevçûn, tenê rê li ber kûrkirina krîzan vedikin. Îktîdara AKP-MHP’ê ku hewl dide îktîdara xwe bi rêya şer bidomîne, di neçareseriyê de israr dike lê dê nekare xwe ji aqûbeta îktîdarên din xelas bike.    Divê ev êrişên bêperwa yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tavilê bên sekinandin. Ji bo vê jî banga me ji tevahiya raya giştî ya neteweyî û navneteweyî ew e ku li dijî şer bikevin nava tevgerê. Em bi hev re dikarin rê li ber van êş û mirinan bigirin.”