Derbarê qeyûmê deng ji AKP’ê re xwest de daxwaza mifetiş 2023-12-26 13:09:01   RIHA - Derbarê qeyûmê Şaredariya Pirsûsê Îbrahîm Guneş de ji bo îdiayên ji AKP’ê re deng xwestine û gef li muxtaran xwariye bên lêkolînkirin ji Wezareta Karên Hundir hate xwestin ku mufettîş bê peywîrdarkirin.    Midûriyeta Lijneya Îdareyê ya Walîtiya Rihayê derbarê qeyûmê Şaredariya Pirsûsê Qeymeqam Îbrahîm Guneş de ji bo lêkolîn bê kirin ji Wezareta Karên Hundir xwestin ku mufetîş peywîrdar bike. Di daxwaznameya di 11’ê kanûnê de hatiye şandin de hate ragihandin ku ji bo îdiayên Guneş ji AKP’ê re deng xwestine û gef li muxtaran xwariye bên lêkolînkirin daxwaza peywîrdarkirina mufetîş hatiye kirin. Di daxwaznameyê de hate xwestin ku ji bo derbarê qeyûm Guneş de pêşlêkolîn were kirin, mufetîş were peywîrdarkirin. Her wiha hat xwestin ku rapor û pêvekên wê yên ji bo biryardayînê ji Walîtiyê re bên şandin.