‘Heta ku daxwaza me were qebûlkirin dê çalakiya me berdewam bike’ 2023-12-26 10:58:49   ÎZMÎR - Girtî Esma Başkale ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk were di çalakiya greva birçîbûnê de ye, anî ziman ku heta daxwazên wan neyên qebûlkirin, wê çalakiya wan berdewam bike.    Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” di 27’ê mijdarê de bi awayekî bidem û bidorveger dane destpêkirin didome. Esma Başkale ya li Girtîgeha Jinan a Şakrana Îzmîrê tê ragirtin, yek ji girtiyên ku tev li çalakiya greva birçîbûnê bûye ye. Xwişka Esma Başkale, Melek Başkale, da zanîn ku di hevdîtina bi xwişka xwe re di 22’yê kanûnê de rû bi rû kir de xwişka wê gotiye ku heta encamekê bi dest bixin dê çalakiya wan berdewam bike.    Xwişka Esma Başkale, Melek Başkale   Başkale bi bîr xist ku xwişka wê di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku di sala 2018’an de ji ber astengkirina parêzeran a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hatibû dest pê kirin de 5 mehan di çalakiyê de bû. Başkale, bi lêv kir ku weke malbatan bi girtiyan re ne.      ‘GIRTÎ TECRÎDÊ QEBÛL NAKIN’    Başkale, bal kişand moral û motivasyona girtiyan û wiha got: “Moral û motîvasyona wan gelekî bilind e. Ji bo ku tecrîd bi dawî bibe çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin. Ji bo tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin divê demildest hevdîtin werin kirin. Heta ku tecrîd neyê rakirin dê girtî çalakiya xwe ya gireva birçîbûnê bidomînin û bi biryar in ku li ber xwe bidin.”   Başkale, diyar kir ku daxwazên girtiyan hiqûqî û meşrû ne û ev bang kir: “Tu girtî tecrîdê qebûl nakin. Divê herkes di vê têkoşîna heq û hiqûqê de piştgiriyê bide girtiyan.”