Şaredariya AKP’î Milazgir da ber firotinê! 2023-12-26 10:54:04   ENQERE - AKP’a ku li Milazgirê bi awayekî qirêj şaredarî bi dest xist, li bajêr 391 parsel dan ber firotinê. Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz, anî ziman ku AKP bi dahata ji firotinê bi dest bixe dê xwe ji hilbijartinê re amade bike.     AKP’a ku di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de bi 3 dengan bi awayekî biqusûr Şaredariya Milazgir a Mûşê bi dest xist, bi sedan neguhêzbar dan ber firotinê. AKP’ê di hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de 3 hezar û 641 deng, HDP’ê jî 2 hezar û 638 deng wergirtin. AKP’ê çend mehan beriya hilbijartina 31’ê Adara 2024’an de hemû neguhêzbarên li navçeyê dan ber firotinê.    Şaredariyê 391 parselên li ser 33 giravên cuda cih digirin, di 11’ê kanûnê de dan ber firotinê. Dîrokên îhaleyê weke 25-26-27 û 28’ê kanûnê hatin diyarkirin.    Îlan li ser malpera fermî ya şaredariyê  û li ser malpera fermî ya Qeymeqamtiya Milagirê () cih girtin.    FIROTINA ERD A BI TEQSÎT    Li gorî îlanan 3 parselên ku qadeke wê 242 metreçargoşe û li ser 427 giravên li Taxa Aksûngûrê ne bi 59 hezar lîreyî da ber firotinê. 5 parselên ku 66 metreçargoşe û li ser heman giravê ne jî bi 16 hezar lîreyan dan ber firotinê. 4 parselên ku 999 metreçargoşe ne û li ser 689 giravên li Taxa Selçûklûyê ne jî bi 93 hezar lîreyan da ber firotinê. Şaredariyê di îlana firotinê de agahî da ku kesên dixwazin van parselan bikirin bi şertê ku berê 30 hezar lîre bidin, wê 12 mehan bikin teqsîd.    BI 2 MILYON Û NÎVAN DAN BER FIROTINÊ    Hate dîtin ku parsel û giravên din ên dan ber firotinê jî li taxên Selçûklûya Jêr, Selçûklû û Menguçgazî cih digirin. Li gorî îlanê erdê ku qada wî 25 hezar metreçargoşe ye (25 donim) bi 2 milyon û nîv lîreyan dane ber firotinê.    BIR ROJEVA MECLISÊ    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mûşê Sumeyye Boz mijar bi pêşniyarpirsekê anî rojeva Meclisê. Di pêşniyarpirsa ku pêşkêşî Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê Mehmet Ozhasekî hat kirin de, sedema firotina van parselan û bihayê firotinê hat pirsîn.   ‘ENDEZYARIYA CIVAKÎ TÊ KIRIN’    Boz a têkildarî mijarê me xwe gihandê, anî ziman ku AKP’ê têkildarî şaredariyên ku nikare qezenc bike û careke din nikare qezenc bike dest bi hileyan kiriye. Boz, veguhestina bi hezaran leşker û polîsên li 24 navend û navçeyên Kurdistanê weke mînak nîşanî vê yekê da û destnîşan kir ku ev yek “endezyariya civakî” ye. Boz, da zanîn ku ji navçeya Kopê hilbijêr veguhestine Milazgirê û navnîşanên beriya 6 mehan hilbijêr lê nebûn herî kêm 569 leşker û polîs veguhestine.    NEGUHÊZBAR TÊN FIROTIN    Boz, a qala parselên li Mûşê dane ber firotinê kir, wiha got: “AKP’ê bi awayekî biqusûr tenê bi 3 dengan şaredarî qezenc kiribû û hemû îtîrazên me yên li dijî vê yekê jî ji aliyê YSK’ê ve hatibûn redkirin. Niha jî şaredariyên AKP’î û qeyûman dikin ku tiştekê ji gel re nehêlin. Em beriya hilbijartinê dibînin ku madî û manewî hundirê şaredariyan tên valakirin. Firotina neguhêzbaran û deynên wan ên zêde jî nîşaneya vê yekê ye.”   Boz, destnîşan kir ku pereyê ji berîka gel derdikeve ji xizmeta gel re nayê xerckirin û wiha berdewam kir: “Em ji raporên Sayiştayê rewşa wan a deynan hîn dibin. Wekî din hin şaredariyên weke Milazgirê hene ku raporên wan ên Sayiştayê nehatine weşandin û neguhêzbaran difiroşin hene. Şaredariyên weke Kop, Gimgim, Vartînîs, Liz ên ku qeyûm tayînkirine hene. Ev tenê ne ji bo Mûş û navçeyên wê derbasdar in. Ev rewş belavî hemû Kurdistanê bûye.” Boz, anî ziman ku AKP bi dahata ji firotinê bi dest bixe dê xwe ji hilbijartinê re amade bike.     ‘EM Ê KIRYARÊN WAN DERXÎNIN HOLÊ’    Boz, destnîşan kir ku yekane sedemê van firotin û nelirêtiyan ne rant e, bûye şêweyeke rêveberiyê û got: “Lêçûnên li şaredariyên ku divê vîna gel temsîl bikin, ji gel re weke deyn tên nivîsîn. Desthilat li ber çavên me li dijî vîna gel sûc dike. Lê em jî dê ji her demê bêhtir kiryarên wan derxînin holê û ya aydê gel e em ê paş ve wergirin. Em ê şaredariyên xwe yên ku vîna gel temsîl dikin bi hev re ji tarîtî û hileyên wan xelas bikin.”   MA / Mehmet Aslan