Li 32 bajaran bi ser malan de hate girtin: Bi sedan kes hatin binçavkirin 2023-12-26 09:49:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Di serî de Enqere, Stenbol û Îzmîr bi giştî li 32 bajaran bi ser malan de hate girtin û rêveberên DEM Partiyê jî di nav de bi sedan kes hatin binçavkirin.    Enqere, Stenbol, Tekîrdag, Dîlok, Bursa û Îzmîr jî di nav de li 32 bajaran bi ser malan de hate girtin. Di encama serdegirtinên malan de rêveberên DEM Partiyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî di nav de bi sedan kes hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de derheqê 17 kesan de bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” biryara binçavkirinê hate dayîn. Di encama serdegirtinên malan ên li navçeyên Ataşehîr, Avcilar, Bagcilar, Bakirkoy, Başakşehîr, Esenyurt, Esenler, Gungoren, Kuçukçekmece, Sûltangazî û Sîlîvriyê de rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên navçeyên Esenyurt û Başakşehîrê jî di nav de bi giştî 11 kes hatin binçavkirin.    LI TEKÎRDAGÊ 9 KES HATIN BINÇAVKIRIN    Hat zanîn ku polîsan li Tekîrdag, Bursa, Çanakkale û Kocaeliyê jî bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan ên li Tekîrdagê de 9 kes hatin binçavkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê jî bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” derheqê 20 kesan de biryara binçavkirinê da. Di encama serdegirtinên malan de welatiyê bi navê Mûrat Çoban hate binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê.     LI DÎLOKÊ BI SER MALAN DE HATE GIRTIN   Îro di danê sibehê de polîsan li Taxa Dumlupinar a navçeya navendî ya Şahînbey a Dîlokê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de Fatma Vesek hate binçavkirin. Hat zanîn ku Vesek bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatiye binçavkirin û di dema binçavkirinê de mala wê hatiye belavkirin. Her wiha hat zanîn ku polîsan gef li endamên malbatê xwarin û heqaret lê kirin.    Vesek, birin Midûriyeta Emniyetê ya Dîlokê.    HEVSEROKÊN ANYAKAYDER’Ê HATIN BINÇAVKIRIN   Îro di danê sibehê de polîsan li Îzmîrê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtinan de aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Emîne Înan, Hevserokên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anadoluyê (ANYAKAYDER) Rahîme Turan û Mîkaîl Atan û rêvebera komeleya Zarîfe Sungur hatin binçavkirin.    Sedema binçavkirinan nehat zanîn û hat ragihandin ku binçavkirî piştî kontrola tenduristiyê, ji Çankayayê derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê hatin kirin.    WAN, ERZIROM, COLEMÊRG Û BEDLÎS   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê de li navend û navçeya Şemzînanê bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan ên li navendê de Ahmet Durmaz û hevjîna wî Şehrîvan Durmaz, li Şemzînanê jî Bîrhat Uysal û Halîl Saraç hatin binçavkirin. Hat zanîn ku welatî ji ber îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatine binçavkirin û birine Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê.    Li navçeyên Xinûs û Qereçoban ên Erziromê jî bi ser malan de hate girtin û 2 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtina malan a li Xinûsê de Rûşen Firat û li Qereçobanê jî ciwaneke ku dixwest biçe bajarekê din di ketina navçeyê de hate binçavkirin.    Di encama serdegirtinên li Wanê de jî welatiya bi navê Şevîn Bartu hate binçavkirin. Di serdegirtina li navçeya Tetwan a Bedlîsê de welatiyê bi navê Aydin Tanri bi lêdanê hate binçavkirin.    WEZÎRÊ KARÊN HUNDIR: 208 KES HATIN BINÇAVKIRIN    Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya têkildarî serdegirtinên malan li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir û got ku di encama serdegirtinên malan ên li 32 bajaran de 208 kes hatine binçavkirin.