Hinceta beraeta di doza îşkenceya bi kûçikan de: Raye nehat derbaskirin! 2023-12-26 09:09:54 AMED - Polîs Serdar Gok bi kûçikan îşkence li Menîce û Şeyhmûs Yilmaz kiribû û di dozê de biryara beraetê hate dayîn. Dadgehê îşkence bi vê hincetê parast: "Rayeya bikaranîna zorê nehatiye derbaskirin.”  Polîsan li Amedê piştî kuştina polîsekî, di 31’ê gulana 2020’an de operasyonek li dar xistibûn û di operasyonê de bi ser mala Menîce-Şeyhmûs Yilmaz de girtibûn. Di dema serdegirtinê de polîse bi navê Serdar Gok bi kûçikan îşkence li Menîce û Şeyhmûs Yilmaz kiribû û her du jî birîndar bûbûn. Ji ber îşkenceyê, der barê polîs Serdar Gok de doz hate vekirin. Di danişîna biryarê ya di 18’ê kanûnê de şandeya dadgehê ji bo Gok biryara beraetê da. 4’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê sedema biryara beraetê eşkere kir.    QAŞO POLÎS NE BERPIRSYAR E!   Di hinceta biryarê de hat gotin ku di bûyera birîndarbûna Menîc û Şeyhmûs Yilmaz de ku hevjînin, polîs berpirsyar nayên dîtin û hat diyar kirin ku bûyer di çarçoveya “bikaranîna rayeya zorê” de ye. Di biryarê de bi domdarî ev hatin gotin: "Dema polîs peywira xwe pêk tînin heke rastî berxwedanekê bên, ji bo ku wê berxwedanê berteref bike dikare zorê bi kar bîne.” Dadgeh li ser gotina “heke bi têkoşînekê re hevrû bimîne” nesekinî û ev rewş nehat zelalkirin. Dadgehê bi domdarî di biryarê de ev îdia kir: "Rayeya bikaranîna zorê nehatiye derbaskirin lewma tu berpirsyariya polîs di vê buyerê de tune ye."    Dadgehê têkildarî polîs Gok îdiayên weke "rayeya bikaranîna zorê ji erka xwe derbas nekiriye”, “birîndarkirinê zorê li gorî îfadeyên şahidan pêk neaniye”, “ji ber van sedeman cihê ku polîs jê berpirsyar bibe tune ye” û “di bûyerê de tu kêmasî û qesta bersûc tune ye.”