Gelê Wanê: Em di hilbijartinê de qeyûman bişînin cihê jê hatine 2023-12-26 09:04:06   WAN - Gelê Wanê destnîşan kirin ku neheqiya herî mezin a li dijî kurdan hatiye kirin, tayînkirina qeyûman a şaredariyan e û destnîşan kirin ku ew ê qeyûman bişînin cihê ku jê hatine û gotin: “Li vî bajarî derveyî DEM Partiyê tu partî nikarin şarderiyan bi dest bixin.”    Li Tirkiyeyê hilbijartinên herêmî dê di 31’ê Adara 2024’an de werin kirin. Xebatên diyarkirina berendaman ên partiyên siyasî berdewam dikin û herwiha serlêdanên ber namzetiyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) duh bi dawî bûn. Bi giranî li bajar û navçeyên Kurdistanê hezaran kes ji bo bernamzetiya hevşaredariyan û endamtiya Meclisên Şaredariyan serlêdan kirin. Piştî serlêdanan, dê piştî meha çileye, li bajarên ku DEM Partî lê bûye yekemîn û duyemîn, dê sindoq werin danîn û bernamzet dê bi pêşhilbijartinan werin diyarkirin. Li Wana ku ev du serdem in qeyûm tayînî şaredariya wan tê kirin, anîn ziman ku ew ê di vê hilbijartinê de dîsa bersiva pêwîst bidin qeyûman.    ‘NEHEQIYA HERÎ MEZIN’   Ji welatiyan Gunduz Erzengî destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman a şaredariyên ku gel hilbijartiye neheqî ye û ev tişt anî ziman: “Ev neheqiyeke mezin e li kurdan hatiye kirin. Bi salan in van bajaran qeyûm bi rê ve dibin û di qaseyên şaredariyan de qirûşek pere nehiştin. Li şûna şaredarê ku gel hilbijartiye bi rê ve bibe, waliyê hatiye tayînkirin şaredariyan bi rê ve dibin. Em ê dîsa biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin partiya xwe. Li Wanê derveyî DEM Partiyê tu partiyên din nikarin şaredariyan bidest bixin.”    ‘TEVAHIYA BAJÊR DI NAVA ÇOP DE YE’   Tahîr Çelenk da zanîn ku bajarên ku qeyûm bi rê ve dibin her sal bêhtir paş dikevin û wiha axivî: “Qeyûm tunehesibandina vîna gel e. Di dema qeyûm de tu razemenî li Wanê nehate kirin. Mînaka herî berbiçav, li cadeyên Mereş û Cûmhuriyetê yên herî qerebalix ên Wanê ne, paqijî nayê kirin. Di 8 salên dawî de qeyûm hemû xizm û mirovên xwe xisitn şaredariyan. Tu kes bi heqê xwe nakeve li wan deran. Bertil û torpîl gihiştiye radeya herî jor. Dema ku karkerekê bi rêya ÎŞKÛR’ê digirin kar jî, bi torpîlê digirin. Li Wanê du parlamenterên desthilatê hene û derveyî destûra wan tu kesê nagirin kar. Hemû wanî vê yekê dizanin. Polîtîkayên qeyûm bertil, torpîl, xizmên xwe xistina kar û xespkirina îradeya gel e. Ma hûn ê ji şaredariyên qeyûm bi rê ve dibin li benda çi bin? Di hêla gel de tu wateya qeyûman tune ye. DEM Partî dê di vê hilbijartinê de ji sedî 60-65 deng bistîne. Dê di tevahiya Tirkiyeyê de jî ji sedî 12 deng bistîne. Di hilbijartinên giştî de sedema ketina dengan a ji sedî 8’an tifaqa bi CHP’ê re bû. Li ser hilbijêran bandoreke neyînî ava kir.”   ‘EM Ê QEYÛM BIŞÎNIN CIHÊ JÊ HATIYE’   Ji welatiyan Nedîm Şîpal jî anî ziman ku ew heya îro tu xizmeta qeyûm nedîtine û derbarê polîtîkayên qeyûm de ev tişt gotin: “Em qeyûm wek xesp û tunehesibandina gel bi nav dikin. Şaredariyên me ji me distînin, şaredarên me dixin girtîgehan. Ev tunehesibandina îradeya gelê kurd e. Ya ku dikeve ser me jî, dîsa stendina şaredariyan e û ji talana qeyûman re gotina ‘bisekine’ ye. Em ê wan bişînin cihê ku jê hatine. Qeyûm hatiye heya niha tu xizmet nekiriye, derveyî wê her derekê derxistiye firotinê. Dema em binesaziya dinêrin her der di nava herî û avê de ye. Feraseta şaredariyê ne wisa ye. Em ê di vê hilbijartinê de bersiva pêwîst bidin wan û dîsa şaredariyan bi dest bixin.”   ‘VÎNA GEL TUNE TÊ HESIBANDIN’   Mehmet Turkor jî bilev kir ku ji tayînkirina qeyûm heya niha tu xizmet nehatine kirin, her der herî ye, rê xerabe ne û wiha pêde çû: “Dama şaredarî di destê me de bûn her der rewşeke xweş de bû. Rê dihatin çêkirin, çop dihatin komkirin. Lê belê ev qeyûm hatine heta niha, em naxwazin li kolanan bigerin. Her der di nava herî û çopê de ye. Êm ê di hilbijarina li pêşiya me de dîsa şareadariyan bistînin û qeyûm bişînin cihê ku jê hatiye. Dîsa em ê bi gelê xwe re şaredariyên xwe bi rê ve bibin.”     ‘DÊ WIHA NEÇE’   Abdullah Gol jî diyar kir ku vîn û fikrên gel tune tên hesibandin û wiha axivî: “Em baş pê dizanin ku dê hilbijartineke nû çêbe û êm ê dîsa şaredariyên xwe bistînin. Divê êdî ji van polîtîkayên qeyûm re divê ‘bisekine’ were gotin. Dawiya dawî gel diçe hibijartinê û feraseteke ku şaredariyê bi rê ve bibe hildibijêre. Lê belê ev vîn û fikrên gel tune dihesibînin. Ev wiha dom nake, dê dom neke. Gel kê hilbijêre divê ew bi rê ve bibe.”