Malbatên zarokên xwe winda kirine: Aştî û demokrasî bi Abdullah Ocalan pêkan e 2023-12-26 09:03:08 MÛŞ - Sadûllah Demîr û Muslume Boz ên di têkoşîna azadiya kurdan de jiyana xwe ji dest dane destnîşan kirin ku aştî û demokrasî dê bi dawîkirina tecrîda li Îmraliyê pêkan bibe û banga xurtkirina têkoşîna kirin.  Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 24 sal in di bin tecrîdeke giran de li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên di heman girtîgehê de tên ragirtin 34 meh in agahî nayê wergirtin. Serlêdanên malbatan û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bi awayekî sîstematîk bi hinceta “cezayên dîsiplînê” tên astengkirin. Kûrbûna tecrîda Îmraliyê bi xwe re polîtîkayên şerê nû û leşkerî tîne. Mirinên ku her diçin zêdetir dibin fatorayên ji gel re tên birîn girantir dike. Li dijî polîtîkayên şer, her qadeke jiyanê bi bandor dibe, aborî têk diçe. Di 10’ê cotmehê de jî ji bo pêşî li van polîtîkayan were girtin, bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” kampanyayek hat destpêkirin. Kampanya bi çalakiyên cûda ên li Tirkiye, Kurdistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê hatine destpêkirin, di girtîgehan de bi grevên birçîbûnê berdewam dike.    Bavê Evrîm Demîr a di têkoşîna 14’ê Tîrmehê de xwe şewitandibû, Sadûllah Demîr û dayika endama YJA-STAR’ê Buşre Yekta Boz (Mawa Roj) a di êrişê bi çekên kimyewî yên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dabû Muslume Boz, derbarê kampanyayê de axivîn.    ‘DIVÊ TÊKOŞÎN CIVAKÎ BE’   Demîr, destnîşan kir ku heya tecrîda ser Abdullah Ocalan neyê bidawîkirin, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd pêkan nîn e û wiha axivî: “Ev salên dirêj in ku pirsgirêka kurd berdewam dike. Ji bo çareseriyê gelek çalakî hatin lidarxistin. Ji van çalakiyan yek jî çalakiya greva birçîbûnê ya herî dawî ye. Divê armanca girtiyan baş were fêmkirin. Girtî li dijî neheqî û bêhiqûqiyê têdikoşin. Divê ev sepanên neheqî û bêhiqûqiyê bi dawî bibin. Têkoşîna li dijî binpêkirina maf, mafê herî xwezayî yê kes e. 33 meh in tu agahî ji Ocalan nayê girtin. Tirkiye qanûnên xwe bin pê dike. Divê gel gel li dijî tecrîdê derbikeve û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd piştgiriyê bide. Êdî divê kurd li şûna berjewediyên takekesî, li gorî berjewendiyên civakî têkoşînê bide meşandin.”    ‘YEKBÛN ŞERT E’   Muslume Boz bi bîr xist ku girtî li dijî polîtîkayên tecrîda li ser Abdullah Ocalan tên meşandin, ketine greva birçîbûnê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê yên li derve jî piştgiriyê bidin çalakiyê. Daxwaz pir zelal e; rakirina tecrîda ser birêz Ocalan e. Divê her kesek deng bide vê bangewaziyê. Em wek dayikên aştiyê êdî aştî û azadiyê dixwazin. Em naxwazin zarokên me di grevên birçîbûnê de bimirin.”   ‘MIFTEYA ÇARESERIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE’   Di dawiya axaftina xwe de Boz anî ziman ku tecrîd belavî tevahiya civakê bûye û da zanîn ku dema tecrîd hate rakirin dê aştî were û ev tişt gotin: “Heke tecrîda ser Ocalan were rakirin, dê demokrasî were. Ev tecrîd ne tenê li dijî girtiyan tê meşandin. Belavî tevahiya qadên civakê bûye û em dixwazin bi dawî bibe. Mifteya çareseriya pirsgirêkan li Îmraliyê ye. Ocalan îro feylesofekî ku cîhan nas dike ye. Tirkiye bi salan e gelê kurd û zimanê gelê kurd înkar dike. Ocalan ji bo ku kurd bi nasnameya xwe ve bijîn şereke mezin dide meşandin. Dewlet di her qadekê, li dijî kurdan polîtîkayên înkarkirinê xistiye meriyetê. Heke tecrîd rabe dê azadî aştî were û dê deriyên girtîgehan jî vebin.”