ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2023'YAN 2023-12-26 09:00:01   * Sadûllah Demîr û Muslume Boz ên di têkoşîna azadiya kurdan de jiyana xwe ji dest dane destnîşan kirin ku aştî û demokrasî dê bi dawîkirina tecrîda li Îmraliyê pêkan bibe û banga xurtkirina têkoşîna kirin.    * Bi ser Komkujiya Roboskê re 12 sal derbas bûn. Di van 12 salan de edalet nehate Roboskê. Bi minesebeta salvegera Komkujiya Roboskê malbat axivîn û gotin: "Ev 12 sal in edelet nehatiye Roboskê. Heta qiyametê em ê doza edaletê bikin."    * Gelê Wanê destnîşan kirin ku neheqiya herî mezin a li dijî kurdan hatiye kirin, tayînkirina qeyûman a şaredariyan e û destnîşan kirin ku ew ê qeyûman bişînin cihê ku jê hatine û gotin: “Li vî bajarî derveyî DEM Partiyê tu partî nikarin şarderiyan bi dest bixin.”    * Kesên ku li ARÎ-DER'ê mafê atolyeya mamostetiya kurdî bi dest xistin, diyar kirin ku ew li bendê ne perwerdehiyê bidin û bal kişandin ser têkoşîna ji bo zimên.    * Karkerên ku di sala 2023’yan de li dijî betalî, xizanî û bêrêxistinbûyînê li ber xwe dan, gelek destkeftî bi dest xistin.   * Dadgeha Îdare ku biryar da ku guherandina plna îmarê ya bi destê Wezareta Haiwrdor, Bajarsazî û Guherandina Avhewayê hat kirin betal kir, diyar kir ku guherandina planê ne li gor mewzûata îmarê, teknîka plansaziyê, rêgezên bajarvaniyê û fêdeya cemaweriyê ye.    * Çemê Aksû yê ku ji Mereşê heta Çemê Ceyhanê diherike, ji ber bermayiyên fabrîqeyên derdorê reş diherike. Welatiyên li Taxa Hacîmustafa ku li kêleka Çemê Aksuyê dijîn, diyar kirin ku ji çem jehr diherike û ji rayedaran xwestin ku çareseriyekê bibînin.   * Polîs Serdar Gok bi kûçikan îşkence li Menîce û Şeyhmûs Yilmaz kiribû û di dozê de biryara beraetê hate dayîn. Dadgehê îşkence bi vê hincetê parast: "Rayeya bikaranîna zorê nehatiye derbaskirin.”    * Keleha Birca Belek a dîrokî ku bi salên domdirêj restorasyona wê nehat bidawîkirin, veguheriye sergoyê.   * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Çalakiyên Nobeta Edaletê yên li Amed, Stenbol, Mêrsîn, Edene û Wanê hatine destpêkirin berdewam dikin. (11.00-17.00)   * Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo ku êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar bike dê li ber avahiya DEM Partiyê ya Wanê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)