Doza Nezîr Tekçî ku di bin çavan de hatibû windakirin hat taloqkirin 2023-12-25 16:32:52 ENQERE  - Nezîr Tekçî li Geverê di dema binçavkirinê de hatibû windakirin. Têkildarî windakirina Tekçî li serhengê teqawid Alî Osman Akin û mîralay Kemal Alkan doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li Eskîşehîrê hate lidarxistin û danişîn hat taloqkirin.    Welatiyê bi navê Nezîr Tekçî ku li gundê Yekmala Jorî ya Gever a Colemêrgê şivantî dikir, di 28’ê nîsana sala 1995’an de ji hêla leşkeran ve hate binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Ji ber windakirina Tekçî, derheqê serhengê teqawid Alî Osman Akin û mîralay kemal Alkan de bi sedema “bi hestên cinawirî yan jî bi îşkenceyê û bi zanebûn mirov kuştine” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Eskîşehîrê hate lidarxistin.    Bersûc tev li danişînê nebûn. Endamên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Eskîşehîrê, Komeleya Jiyan Hafize Azadî, Navenda Hafizeyê û parêzerên bersûcan di danişînê de amade bûn.    DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN    Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û piştre jî parêzerên bersûcan axivîn. Parêzerên bersûcan diyar kirin ku derheqê miwekîlên wan de delîl tune ne û ji bilî şahidan tu kêmasî di dosyayê de nemane û xwestin tevdîra kontrola edlî ya derketina derveyî welat were rakirin.    Şandeya dadgehê daxwazên parêzerên bersûcan red kir û bi sedema ku li îfadeyên şahidan nehatiye guhdarîkirin, danişîn taloqî 8’ê adarê kir.