Dereweke din a ‘deqeya dawî’ derket holê! 2023-12-25 14:05:19 NAVENDA NÛÇEYAN - Medyaya îktîdarê mirina endamê HPG’ê Erdînç Bolcal îro weke nûçeyeke “deqeya dawî” ragihand. Lê belê derket holê ku HPG’ê di 15’ê kanûnê de agahî parve kirine.    Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) di 15’ê kanûnê de daxuyaniya HPG’ê parve kiribû. HPG’ê, di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku endamê wan Erdînç Bolcal (Alî Xebat Botan) di 10’ê adarê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest daye. Lê medyaya îktîdarê îro mirina Bolcal weke “deqeya dawî” derbas kir.    Di nûçeyan de hat îdiakirin ku MÎT’ê li Silêmaniyeyê li djî Bolcal “Operasyona noqteyê” pêk aniye. Di berdewama îdiayan de hat gotin ku Bolcal dema li Kerkûkê amadekariya çalakiyê dikir hatiye tespîtkirin.    Beriya niha jî medyaya îktîdarê mirina endamê HPG’ê Yilmaz Bayram (Egîd Gever) û endamê YPG’ê Eyûp Yakut weke “deqeya dawî” derbas kiribû. Lê derketibû holê ku agahiyên têkildarî mirina wan ji zû ve hatine parvekirin.