Suryanan li Mêrdînê Cejna Zayînê pîroz kirin 2023-12-25 12:15:07   MÊRDÎN - Li Mêrdînê cemaeta suryanan Cejna Zayînê bi ayînekê pîroz kirin.    Li Mêrdînê suryan ji bo Cejna Zayînê ya her sal pîroz dikin ku bi baweriya Hz. Îsa piştî çarmixkirinê 3 rojan jinûve zindî bûye li Dêra Kirklar hatin bahev û ayînek li dar xistin. Keşîşê Dêra Kirklar Horî Gabrîel Akyuz ayîn bi rê ve bir. Suryanên di saetên serê sibê de ji bo ayînê hatin, piştî ku mûmên xwe vêxistin û daxwazên xwe kirin li dêrê cihên xwe girtin. Di ayîna ku bixur hatin şewitandin û lawje hatin gotin de zarok hatin tehfîlkirin. Ayîn bi pêxistina agir berdewam kir.    Dû re Akyuz, derbarê Cejna Zayînê de cemaeta suryanan agahdar kir û cejna wan pîroz kir.    Piştî ayînê suryanan cejna hev pîroz kirin û ji dêrê veqetiyan. Sekreterê Weqfa Giştî yê Ortodoks a Qedîm a Suryanan Mûrat Ozberk jî cejna suryanan pîroz kir.