Wekîlê Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Agiriyê Kosedag ji îstîsmarê hate girtin 2023-12-24 21:25:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Wekîlê Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Agiriyê Erkan Kosedag ku bi îdiaya gelek zarok îstîsmarkirine hatibû binçavkirin, hate girtin.    Wekîlê Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Agiriyê Erkan Kosedag ku bi îdiaya gelek zarok îstîsmarkirine hatibû binçavkirin, hate girtin û ji peywîrê hate girtin. Kosedag ê ji Yozgatê bi rêya SEGBÎS’ê îfade da Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê hate girtin û şandin Girtîgeha Yozgatê.    Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê piştî binçavkirinê ev daxuyanî dabû: “Serdozgeriya me ya Komarê derhal ji ber sûcê 'îstîsmara zayendî ya li zarokekî' di 20.12.2023’yan de dest bi lêpirsînê kir. Di peyam û qetdên ku di CD'yan hatine desteserkirin cih girtin de, zarokên ku mexdûr tên hesibandin, bi pedagogên pispor re îfadeyên wan hatin girtin. Piştî biryara girtinê û binçavkirina gumanbarê bi navê E.K. îro ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin. Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê rayedarên îdarî ve hat destpêkirin de E.K. ji wezîfeyê hat girtin. Lêpirsîn bi baldarî û berfirehî tê meşandin.”