Bakirhan serdana Fûara Pirtûkan a Amedê kir 2023-12-24 19:01:48 AMED - Hevserokê Giştî yê DEM PARTÎ’yê Tûncer Bakirhan, serdana Fûara Pirtûkan a Amedê ku îro di roja dawî de ye, kir. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PARTÎ) Tûncer Bakirhan, serdana Fûara Pirtûkan a Amedê ku îro di roja dawî de ye, kir. Bakirhan li gel nûnerên Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya standên pirtûkan geriya û halê nivîskar û pirtûkfiroşan pirsî. Bakirhan, her standa ku çûyê pirtûk stend û bi nivîskaran re sohbet kir. Bakirhan, serdana Weşanên Aryen, Aram, Wate, Nûbihar, JJ, Pirtûka Kurdî, Avesta, Lîs, Sîtav, Ma Muzîk, standên Komeleya Wêjekarên Kurd û MED-DER’ê hwd. kir. Her wiha ziyaretvanên fûarê jî Bakirhan bi coş pêşwazî kirin û pê re wêne kişandin. Bakirhan, li Weşanxaneya Aramê bi Mizgîn Ronak re hatin ba hev û Ronakê ji bo Bakirhan pirtûka xwe îmze kir. Her wiha Bakirhan rastî Helbestvanê kurd Berken Bereh jî hat û pirsa halê hev kirin. Bereh, Bakirhan bi kêfxweşî pêşwazî kir. Herî dawî Bakirhan, serdana Başak Demîrtaş ku pirtûkên Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş îmze dike, kir û wî jî, ji bo çend xwîneran pirtûkên Selahattîn Demîrtaş îmze kir.