Amedsporê ji Îzmîrê bê puan vegeriya 2023-12-24 16:48:02     ÎZMÎR - Amedspor li Îzmîrê bi Menemen Belediyesporê re lîst û 1-0 têk çû.    Di hefteya 18’emîn a Koma Sor a Lîga 2’yemîn a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê de Amedspor li deplasmanê bi Menemen Belediyesporê re lîst. Bi hezaran alîgirên Amedsporê ji bo temaşekirina maçê hatin stadê. Alîgirên Amedsporê ku nekarîn li stadê maçê temaşe bikin, li ser banên avahiyan maç temaşe kirin.    Menemen Belediyespor di deqeya 32'yemîn bi gola Kemal Ruzgar 1-0 kete pêşiya Amedsporê. Di maçê de çi golên din nehatin avêtin û maç bi 1-0 serkeftina Menemen Belediyesporê bi dawî bû.    Amedspor bi 36 puanan daket rêza sêyemîn.