Leşkerê teqawid Ozeller: Hereketên Pençe-Kîlîtê xelet in 2023-12-24 11:38:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Leşkerê teqawid Orkun Ozeller têkildarî operasyonên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê wiha got: “Hereketên Pençe-Kîlîtê, hem ji hêla taktîkî ve hem jî ji hêla stratejîk ve xelet in. Hulusî Akar ev yekîneye xistin wê herêmê, em niha jî êşa wê dikişînin.”    Mîralayê teqawid Orkun Ozeller, têkildarî pevçûnên dijwar ên li herêmên Zap, Metîna, Avaşîn û Xakûrkê yên Herêma Federe ya Kurdistanê ji bo ekranên KRT’ê nirxand. Ozeller, wiha got: “Weke serpêlek ez li herêmên bakurê Iraqê geriyam. Herêmên herî zêde baş nas dikim jî ew herêm in. Operasyonên tên kirin hem ji hêla taktîkî ve hem jî ji hêla stratejîk ve xelet in.”    Ozeller, wiha domand: “Ez pir ji xwe aciz dibim. Ev nêzî saleke ji ber ku dê bibêjin ‘ji bo jihêzxistina TSK’ê daxuyaniyan dide’ min her tim gotinên xwe daqurt. Hulusî Akar ev yekîneye xist wê herêmê. Niha jî em êşa wê dikişînin. Dema plana hereketekê tê kirin, ji ewil difikirî bê ka dê şehîd û birîndaran çawa ji wir derxînî û wisa dest pê dikî. Herêmêkî pir li hundir e, hevalên me, hevalên me yên hêzên leşkerî yên li wir hene. Bi wan re hevdîtinan dikim. Tiştên ku dibêjin em dizanin. Dibe ku nekarin ji fermandarên xwe re bibêjin. Tiştên dibêjin jî fermandarên wan lê guhdar nakin.”