Xwendekar dixwazin avahiya li kêleka wargehê ya fihûş lê tê kirin bê girtin 2023-12-24 09:07:08   ÎDIR - Xwendekarên ku li Îdirê li Wargeha Sureyya Sulun Hanim a Keçan dimînin, diyar kirin ku di avahiya li kêleka wargehê de fihûş tê kirin û kesên ku dikevin vir rastî tacîzê tên. Xwendekaran diyar kir ku bi mehan e vê rewşê protesto dikin lê heya niha tu tiştek nehatiye kirin.    Xwendekarên ku li Zanîngeha Îdirê dixwînin û li Wargeha Sureyya Sulun Hanim ya Saziya Wargehên Krediyê dimînin, ji ber kesên dikevin avahiya li kêleka wargehê ev demek e nerihet in. Xwendekarên ku îdia kirin ku li avahiyê fihûş tê kirin, diyar kirin ku kesên ketine avahiyê rastî tacizê hatine.   PROTESTO KIRIN LÊ TIŞTEK BI DEST NEXISTIN   Xwendekaran diyar kir ku wargeh û avahiya ku fihûş lê tê kirin hema bêje li kêleka hev in û ji ber ku her roj rastî tacîzê tên di warê ewlehiya xwe de bifikar in.   Xwendekar gazinan dikin ku her çend bi mehan e vê rewşê protesto dikin jî tu tevdîr nehatine girtin. Xwendekaran diyar kir ku rêveberiya wargehê û walîtiyê di vî warî de tu gav neavêtine.   ‘XWENDEKAR TÊN TACÎZKIRIN'   Xwendekareke jin a ku di wargehê de dimîne rewşa heyî wiha ragihand: “Piştî nerazîbûna me li ber deriyê wargehê polîs hatin wezîfedarkirin. Polîs êvarê saet piştî 19.00’an tên saetekê xwe nîşan didin û paşê diçin. Dema ku polîs li ber derî bûn, me dît ku kesên cuda ketin hundir. Li ser vê rewşê em bi Midûrê KYK'ê yê Bajêr û gelek berpirsan re axivîn, lê me nekarî encamekê bi dest bixin. Heta Midûrê KYK’ê jî ji me re tiştên eletewş gotin. Em xwendekar dixwazin ev rewş bi dawî bibe û avahiya li kêleka wargehê demildest bê valakirin."   Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PArtî) ê Îdir Yilmaz Hûn ev mijar xist rojeva meclisê.    ‘JI BO XWENDEKARAN NÊVENGEKE EWLEHIYÊ DIVÊ'   Parlamenterê DEM Partiyê di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de diyar kir ku mafê her xwendekaran heye ku di jîngeheke ewle de bimînin û wiha got: “Lê belê mafê xwendekarên li wargeha li navenda bajarê Îdirê dimînin, hatiye binpêkirin. Tê zanîn ku li avahiyeke li kêleka wargehê fihûş tê kirin, tiryak û alkol tên bikaranîn û tên firotin. Kesên ku vê avahiya li kêleka wargeha keçan bi kar tînin, gelek caran hewl dane xwendekarên keç ên li wargehê tacîz bikin. Tevî ku gelek caran der barê avahiyê de hişyarî û gilî hatine kirin jî, ne midûriyeta polîsan û ne jî walîtiyê der barê vê avahiyê de tu gav neavêtine. Ev çi dînîtî ye ku walîtî û midûriyeta polîsan ji bo vê avahiya ku li kêleka wargehê xwe li nedîtinê datînin. Divê ev avahî demildest bê valakirin. Divê ji bo xwendekaran jîngeheke ewle bê dabînkirin."