ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2023'YAN 2023-12-24 09:00:06   * Ji aliyê çand û hunerê ve sala 2023’yan hem bû vejînek, hem jî bû sala astengî û qedexeyan. Hunermend û Seroka KASED’ê Devrîm Demîr bal kişand ser qedexeyan û wiha got: “Di sala 2023’yan de bêtehemûliya li dijî çand, ziman û hunera kurdî ya alternatîf derket asta herî jor, lê li gel vê yekê vejînek jî pêk hat.”   * Di hilbijartinên giştî yên parêzgehan de cara ewil e ku namzeteke êzidiyan dikeve meclisê. Rojnameger Îbrahîm Êzidî diyar kir ku li tevî hemû hîleyên PDK'ê jî di sindoqan de vîna êzidiyan xwe daye der û got: "Heke bi edaletî bihata kirin, pêkan bû ku herî kêm 3 namzetên êzidî biçûna meclisa parêzgehê. Lê PDK'ê hîle kir. Tevî vê jî Şengalê vîna xwe diyar kir."    * Xwendekarên ku li Îdirê li Wargeha Sureyya Sulun Hanim a Keçan dimînin, diyar kirin ku di avahiya li kêleka wargehê de fihûş tê kirin û kesên ku dikevin vir rastî tacîzê tên. Xwendekaran diyar kir ku bi mehan e vê rewşê protesto dikin lê heya niha tu tiştek nehatiye kirin.    * Bi ser tayînkirina qeyûman re ku yek ji aliyên herî girîng ên "Plana Çokşikandinê" ya desthilata AKP-MHP'ê bû, 7 sal derbas bûn. Di 7 salên dawî de êrişa herî mezin li dijî jinan û saziyên çandê pêk hat û qeyûm bi guhertina navan xwestin bajarên bênasname ava bikin.   * Welatiyên Îzmîrê bertek nîşanî krîza aborî dan û gotin ku ew bi halekî perîşan dikevin sala nû.    * 1’emîn Kongreya Asayî ya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê bi beşdariya Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan li Amedê bê lidarxistin. ZINDΠ   * Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê dê di roja dawî de bidome. (10.00)   * Hevdîtinên bûdçeya sala 2024’an dê li Lijneya Giştî ya Meclisê bidomin. (11.00)   * Nobeta Edaletê ya ku li Amed, Stenbol, Wan, Mêrsîn û Edeneyê hatiye destpêkirin dê îro jî bidome. (11.00-17.00)   * Maça di navbera Amedspor û Menemensporê de dê li Stadyûma Bajar a Menemenê bê lîstin. (14.00)    * Atolyeya Jineolojiyê dê ji bo pirtûka “Nîsan” a rojnameger-nivîskar Nagihan Akarsel ku hatibû qetilkirin, li Navenda Çanda Mezopotamyayê roja îmzeyê li dar bixe. (15.00)