Ji bo nexweşê alzheimerê yê 75 salî banga berdanê 2023-12-23 17:20:42 STENBOL - ÎHD’ê ji bo girtiyê 75 salî û ji sedî 97 astengdar Mehmet Bayram were berdan bang li raya giştî û saziyên rayedar kir. Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê 613’emîn Rûnişta F a her hefteyê li dar dixin, li pêşiya avahiyê Şaxa ÎHD’a Stenbolê li dar xist. ÎHD’ê di daxuyaniya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê 75 salî û ji sedî 97 astengdar Mehmet Bayram ku di Girtîgeha Tîpa L a Ferîzlî ya Sakaryayê de tê ragirtin. Di daxuyaniyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin”, “Bila girtiyê nexweş Mehmet Bayram were berdan” hate vekirin û dirûşmeyên “Bila Mehmet Bayram were berdan”, “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn" hatin berzkirin. Daxuyaniyê Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can xwend. Tevî Hevserokê Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û gelek aktîvîstên mafên mirovan tev li daxuyaniyê bûn.    ŞERT Û MERCÊN GIRTÎGEHÊ    Celalettîn Can di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa girtîgehan a xirab û ev tişt gotin: “Tiştekî biçûk dikin hincet, bi salan girtiyan di hundir de dihêlin. Mehmet Bayram 75 salî ye û ji sedî 97 astendar e. Nexweşiyên wî yên gurçik, dil, tansiyona bilind, kansera çerm, alzheimerê heye, pişt û kabên wî diêşin, nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe çareser bike.”   Can destnîşan kir ku Bayram ji ber pervekirinên xwe yên ser medya sanal 3 sal 9 meh cezayê hefsê girtiye û anî ziman ku bi guherîneke qanûnê piştî 2 sal û 2 mehan hate berdan. Can da zanin ku piştî ku cezayê Bayram hate erêkirin, ji bo 9 mehên mayî di 30’ê mijdara 2023’yan de hate girtin û wî şandin Girtîgeha Tîpa L a Ferîzlî ya Sakaryayê.    'EM Ê BAVÊ MIN WINDA BIKIN'   Can tiştên ku kurê Bayram derbarê bavê xwe de gotibûn jî wiha parve kir: “Bavê min di 10’ê kanûnê de krîza dil derbas kir, ji ser hişê xwe çû. Wî rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sakaryayê. Piştre 14’ê kanûnê anjiyo bû heya 17’ê kanûnê ma di venêrîna awarte de. Ji bo ku wî berdin parêzer daxwazname da, lê belê cezayê wî taloq nekirin. Rewşa bavê min giran e. Dibe ku em wî winda bikin. Ji bo ku bavê min were dermankirin divê demildest were berdan."     Can da zanîn ku Bayram ji sedî 97 astengdar e, di nava hefteyê de 3 caran diçe diyalîzê û gelek nexweşiyên wî yên kronîk jî hene. Di dawiya axaftina xwe de Can anî ziman ku rewşa Bayram di xetereyê de ye û raya giştî vexwend hestiyariyê, rayedaran jî vexwend peywirê.