Malbatên Windakiriyan: Bila faîl bên dîtin 2023-12-23 15:21:27 NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên Windakiriyan û ÎHD’a ku li Amed, Êlih, Şirnex û Colemêrgê hatin hatin bahev, faîlên gelek kesên hatin qetilkirin pirsîn.    Komeleya Mafên Mirovan û Malbatên Winda kiriyan çalakiyên xwe yên “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” li Amed, Şirnex, Colemêrg û Êlihê domandin.    AMED    Malbatên Windakiriyan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya 776’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Çalakgeran wêneyên windayan û pankarta ku “Bila winda bên dîtîn û kujer bên darizandin” li ser hebû, hildan. Xizmên windayan û rêveberên ÎHD’a Amedê vê heftê li aqûbeta Mustafa Erdalê ku di 29’ê Kanuna 1984’an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê di binçavan de hatibû windakirin, pirsîn. Gelek sazî û dezgehên sîvil tevli daxûyaniyê bûn. Endama Komîsyona Windakiriyan a Şaxa ÎHD'a Amedê Berfîn Elçî çîroka serpêhatiya Erdal xwend.   Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz beriya daxuyaniyê axivî û got, “Di ser Komkujiya Mereşê re ku di 7 rojan de bi sedan welatiyan jiyana xwe ji dest dan, 45 sal derbas bûn. Bi hezaran welatî birîndar bûn. Em dizanin ku ev komkujî çiqasî hatiye plankirin, di qeydên dadgehê de jî hatiye dîtin. Ev sûcê li dijî mirovahiyê hê jî nehatiye ronîkirin. Kesên di dosyayê de tên sûcdarkirin di Meclisê de parlamenterî kirin. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê pirsgirêka kurd bi rê û rêbazên demokratîk bê çareserkirin.”   Endama Komîsyonê Berfîn Elçî çîroka winda Erdal xwend û wiha got: “Mustafa Erdal di sala 1965’an de li gundê Narli yê navçeya Çelê ya Colemêrgê ji dayik bû. Zewicî bû û sê zarokên wî hebûn. Di 29'ê Kanûna 1984'an de li Gundê Narliyê di encama serdegirtina mala wî de ji aliyê hêzên dewletê ve hat binçavkirin. 25 roj piştî binçavkirina Erdal ji agahî dan malbatê gotin ku Mustafa Erdal miriye werin cenazeyê wî bigirin. Hat îdiakirin ku wî xwe ji zinaran avêtiye. Lê belê cenazê Mustafa Erdal ne wek cenazeyê kesekî ku ji cihekî xwe avêtibe, bû.”   LEŞKERAN EW BI BEN KAŞ KIRIN   Kekê winda Erdal, Kemal Erdal der barê bûyerê de ev agahî dan: “Di 29'ê Kanûna 1984'an de leşkerên Tabûra Komando ya Çelê û Qereqola Cendirmeyan a Navçeya Çelê bi ser mala Mistefa ya li gundê Narliyê de girtin. Di serdegirtinê de Mistefa bi xwe re birin. Me wek malbata wî gelek caran aqûbeta birayê xwe dipirsî lê her tim ji me re digotin ku ew ê di demek nêzîk de bê berdan. 25 roj piştî binçavkirinê ji me re gotin werin cenazê xwe bibin. Rayedaran ji me re gotin ku Mistefa xwe ji zinarên bilindahiya 85 metreyan avêtiye. Me cenaze wî girt. Gelek kesên li gund dîtibûn ku leşkeran ew bi benî girêdayî ne û ji çiyê kaş kirine. Li ser serê wî gelek şopên çekan hebûn. Di serê wî de şopên çêkan hebûn. Şopên têl û benan  ku didestê wî de bûn, dihat zanîn ku destê wî hatibû girêdan. Ew ne laşê ku ji 85 metre bilindahiya xwe avêtibe. Li ser laşê wî şopên îşkenceyê hebûn.   Tu encam bi dest nedihatxistin   Li gel birayê min gundiyê bi navê Vahît Karabaş jî hat binçavkirin. Bi rastî jî ev kes şahidê bûyerê ye. Lê belê ji ber tirsa îfade neda. Ji mirina birayê min Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê Korgeneral Ramîs, Çawişê Pispor Fahrettîn û Fermandarê Yekîneya Leşkerî ya Dibistana Şevînî ya Herêmê Tumer Kiliç berpirsyar in. Weke malbata wî me wê demê ji ber tirsê doz venekir. Vekirina doza li dijî leşkeran rîskeke mezin bû ji bo yên mayî û ti encam jî bi dest nedihatxistin. Serlêdana ku me pişt re jî kir ji ber şert û mercên qedexeyê hat redkirin.”   Daxuyanî bi çalakiya runiştinê bi dawî bû.   ÊLIH   Malbatên Windakiriyan û ÎHD’ê di hefteya 612’an de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin bahev. Di çalakiya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” hate vekirin de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Malbatên windakiriyan, parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên OHD’ê, MEBYA-DER’ê, Baroya Êlihê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beşdar bûn.    Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mahmût Kaya yê di 23’yê kanûna 1980 li Qersê hate binçavkirin û pişt re agahî jê nehate wergirtin hate pirsîn.    Piştî ku çîroka Kaya hate xwendin çalakiya rûniştinê hate kirin.    ŞIRNEX     Şaxa ÎHD’a Şirnexê bi dirûşmeya “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” li avahiya xwe ya li navçeya Cizîrê civîna çapemeniyê li dar xist. Endam û rêveberên MEBYA-DER, DEM Partî, DÎSK û Egîtîm Sen’ê piştgirî da civîna çapemeniyê.    Hevserokê Şaxa ÎHD’a Şirnexê Haşim Tûgûrlû yê di civînê de axivî, aqûbeta Mûstafa Erdal ê piştî li navçeya Çelê ya Colemêrgê hate binçavkirin hate qetilkirin pirsî.     Komê pişt re deqîqeyekê çalakiya rûniştinê pêk anî.     COLEMÊRG    Şaxa ÎHD’a Colemêrgê jî li Kolana Hunerê ya li navçeya Geverê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên ÎHD’ê, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê, Şaxa OHD’a Colemêrgê û DEM Partiyê tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta wêneyên kesên hatine windakirin û qetilkirin li ser û “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” hate vekirin.    Di daxuyaniya vê hefteyê de faîlên Karsaz Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ên di 3’yê Hezîrana 1994’an de li Otela Çinar a Yeşîlkoy a Stenbolê hatin revandin û pişt re hatin qetilkirin hate pirsîn.    Hevseroka ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz a di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku ji bo windayan dest ji daxwaza edaletê bernadin û wiha got: “Em ê dest ji vê yekê bernedin ku dewlet neçar e di nava pîvanên hiqûqa gerdûnî de tevbigere.”   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.