Komkujiya Mereşê hat bibîranîn: Komkujiya li dijî elewiyên kurd e 2023-12-23 14:35:30   MEREŞ - Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz di merasîma bîranîna Komkujiya Mereşê de axivî û diyar kir ku ev komkujî qirkirineke li dijî kurdên elewî ye û got: “Komkujiya Mereşê yek ji berdewamiya rêze qetlîamên Tirkiyeyê ye."   Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Erenler bi boneya 45’emîn salvegera Komkujiya Mereşê li Taxa Yorukselîm a navçeya Onîkîşubat a Mereşê ku êrîşa yekem li wir pêk hatibû, bernameyeke bîranînê li dar xist. Saziyên elewiyan, Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Salîha Aydenîz, Celal Firat û gelek welatî beşdarî bernameya bîranînê bûn.    Pankarta ku nivîsa “Me Mereş û canên xwe, yên di komjiyê de jiyana xwe ji dest dane, ji bîr nekir û dê ji bîr nakin" hatibû nivîsîn û wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane li ser bûn, li ser banê komeleyê hate daliqandin.    Bîranîn bi meşekê ji Cemxaneye Kevin a Taxa Yorukselîm dest pê kir û heya Komeleya Çand û Alîkariyê ya Cemxaneya Erenlerê domiya. Beriya meşê cadeya Fevzî Çakmakê û taxa Yorukselîm ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di meşê de ku pankarta wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane li ser bûn hate hilgirtin. Girse bi dirûşmeyên "Mereşê ji bîr neke û nede jibîrkirin”, “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev”, “Kûjer dê hesab bidin” berz kir û hat pêşiya Cemxaneya Erenler. Girse bi çepikan ket hundir. Ji ber barîna baranê bîranîn şûna banê cemxaneyê di hûndir de hat lidarxistin.    'YÊN KOMKUJIYÊ KIRIN CEZA NEGIRTIN'   Li Cemxaneyê ji bo bîranîna kesên hatine qetilkirin mûm hatin pêxistin. Piştî deqîqeyekê rêzgirtinê Serokê Komeleya Çand û Hevgirtinê ya Cemxaneya Erenler Muslum Îbîlî axivî. Îbîlî bertek nîşanî qedexekirina bîranînê ji aliyê walîtiyê ve da û got ku bi qedexekirina bîranînan qetlîamê nikarin veşêrin. Îbîlî, anî ziman ku kesên komkujî kirine piştî 45 salan jî nehatine cezakirin û got ku wan tucar li dijî komkujiyan serî netewandiyê û wê netewînin."   'JI BO KU CAREKE DIN KOMKUJÎ ÇÊNEBIN DIVÊ EM BI RÊXISTIN BIBIN'    Pişt re Serokê Federasyona Elewiyên Bektaşî Mustafa Aslan axivî û diyar kir ku yên beriya 45 salan qetlîam kirin hê jî desthilat in. Aslan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî ku 45 sal derbas bûne jî kujerên Mereş li pêşberî edaletê hesab nepirsin. Em her sal li vir in û ji bo şermezarkirina wê ya di wijdanê mirovahiyê de em ê li vir bin. Ev hişmendiya ku ev komkujî pêk anî naxwaze em vî welatî bêhnê bistînin. Ji bo ku li van xakan ji bo demokrasî û azadiyê careke din qetlîam pêk neyên, pêwîstiya me bi rêxistinbûnê heye.”   'KOMKUJÎ LI DIJÎ ELEWÎ Û KURDAN QIRKIRINEK BÛ'   Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz a di bîranînê de axivî jî diyar kir ku komkujiya Mereşê qirkirineke li dijî kurd û elewiyan e û ev tişt gotin: “Komkujiya Mereşê berdewamiya rêze qetlîamên Tirkiyeyê ye. Piştî Koçgirî, Dêrsim, Çorûm û Mereşê bi dehan qetlîamên din hatin kirin. Hefteyek komkujî hatin kirin û ji ber hin sedeman rayedarên dewletê yên di şert û mercên wê rojê de di rojekê de digihiştin Qibrisê negihiştin Mereşê. Mîna erdheja 6’ê sibatê. Armanca vê qetlîamê derxistina kurd û ewlewiyan a ji Mereşê bû. Divê em li dijî kesên ku dixwazin vê derê bê elewî û kurd bihêlin, vegerin ser axa xwe û li vir jiyana ji nû ve ava bikin."   Nûnerên gelek saziyên beşdarî bîranînê bûn jî di bîranînê de axivîn û bertek nîşanî komkujiyê dan. Piştî axaftinan ji bo bîranîna kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi stranên gelerî semayek hat pêşkêşkirin. Piştî Semahê li kêleka cihê mûm hatin vêxistin qurnefîl hatin danîn. Bîranîn bi belavkirina loqme bi dawî bû.