Binçavkiriyên Roboskiyê hatin berdan 2023-12-23 12:43:38 ŞIRNEX- 3 kesên duh li gundê Roboskiyê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.   Duh li gundê Roboskiya girêdayî navçeya Qilêbana Şirnexê, leşkeran bi ser çend malan de girtin û bi seatan lêgerîn kirin. Di encama serdegirtina malan de welatiyê bi navê Zekî Tosûn ê ku di komkujiya Roboskiyê de kurê wî hatibû qetilkirin, Nezmî Tosûn û Abdullah Encu hatibûn binçavkirin.    Her sê kesên binçavkirî, piştî karûbarên îfadeyê ji Qereqola leşkerî ya Roboskiyê hatin berdan.