Xizmên girtiyan: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e 2023-12-23 10:46:50   STENBOL - Xizmên girtiyan ên beşdarî Nobeda Edaletê ya Stenbolê bûn bal kişandin ser armanca çalakiya xwe û gotin: “Heta ku xeber ji birêz Ocalan neyê girtin em ê li vir bin. Ger birêz Ocalan azad bibe dê aştî pêk bê û pirsgirêka kurd çareser bibe."   Çalakiyên di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" de ku di 10'ê Cotmehê de li qada navneteweyî hat destpêkirin, didomin. Di çarçoveya kampanyayê de girtiyên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê jî di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin û xizmên wan jî di 4’ê Kanûnê de li Amed, Mêrsîn û Edeneyê û di 5’ê Kanûnê de li Wanê û di 13'ê Kanûnê de jî li Stenbolê çalakiya “Nobeda Edaletê” li dar xistin.    Ji xizmên girtiyan Feleknaz Karabaş û Fatma Yilmaz ên beşdarî Nobeda Edaletê ya li avahiya Rêxistina Navçeya Bagcilarê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) a Stenbolê bûn, li ser armanca çalakiyê axivîn.   ‘AŞTÎ BI BIRÊZ OCALAN PÊKAN E'   Feleknaz Karabaş, hevjîna Alî Karabaş ê 7 sal in di girtîgehê de ye, anî ziman ku hevjînê wê yê niha li Girtîgeha Tîpa F ya Bûca ya Îzmîrê tê girtin rastî gelek binpêkirinên mafan hatiye. Karabaşê da zanîn ku hevjînê wê di hevdîtina dawî de jê re gotiye ew ê têkeve greva birçîbûnê. Karabaşê anî ziman ku ji ber şert û mercên girtîgehê nexweşîn li hevjînê wê peyda bûne û wiha got: “Hevjîna min got, 'Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di bin zilmeke mezin de ye, destûr nadin ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne û tu xeber jê tune ye. Heya em ji Abdullah Ocalan xeberê negirin wê çalakiya greva birçîbûnê bidome.'” Karabaşê anî ziman ku ji ber neheqiyên heyî ew tev li Nobeda Edaletê bûye û got: “Heta ku birêz Ocalan azad bibe em ê li vir bin. Eger birêz Ocalan azad bibe wê aştî pêk bê û dê ji girtîgehan cenaze dernekevin." Karabaşê xwest xwedî li girtiyên siyasî bê derketin û wiha got: “Divê em xwedî li girtiyên xwe derkevin. Ger em li hemberî vê rewşê bêdeng bin, çareserî çênabe. Em aştiyê dixwazin, me heya niha li ber vê zilm û zordariyê serî netewandiye û em ê serî netewînin."   ‘3 SAL IN TU XEBER JÊ TUNE YE'   Fatma Yilmaz, meta Zekî Yilmaz ê li Girtîgeha Hejmara 5'an a Sîlîvriyê girtî, diyar kir ku biraziyê wê 8 roj in di greva birçîbûnê de ye û got ku heta daxwazên wan neyên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin. Yilmazê wiha got: “Kurd di bin zilmeke mezin de ne. Çalakiya greva birçîbûnê ji ber zilma li ser birêz Ocalan û kurdan pêk tê. 3 sal in tu xeber ji birêz Ocalan nayê girtin. Kes nizane sax e yan na. Pirsgirêka kurd bêyî Ocalan çareser nabe. Ji bo vê çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê li kolanan, li qadan, li her derê bin."   'BILA KURD BIBIN YEK'   Yilmaz anî ziman ku ew ê heta dawiyê piştgiriyê bidin biryar û çalakiyên girtiyan û got: “Li dijî van zextan em azadî û aştiyê dixwazin. “Di van rojan de pêwîst e kurd li hev xwedî derkevin.