Xwediyê dikanê yê hate tespîtkirin ku 7 zarok îstîsmar kirine hate girtin 2023-12-23 10:41:21   MÊRDÎN - Li Mêrdînê xwediyê dikanê ku hate tespîtkirin ku herî kêm 7 zarok îstîsmar kirine, hate girtin û ji bo dosyayê biryara nepen hate dayîn.   Derket holê ku li navçeya Qoser a Mêrdînê herî kêm 7 zarok ji aliyê heman kesî ve rastî îstîsmara zayendî hatine. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, kesê bi navê C.B. ku li navçeyê dikana wî heye di demên cuda de zarok îstîsmar kirin. Ev rewş bi vegotina zarokekî ya ji malbata xwe re derket holê.    Malbata zaroka rastî îstîsmarê hat serî li Serdozgeriya Komarê ya Qoserê da û giliyê C.B. kirin. Dozgeriya lêpirsîn da destpêkirin, derbarê C.B. de çend roj berê biryara binçavkirinê da. Dîmenên kamerayên li dikana C.B. ku di îfadeya xwe de îstîsmar înkar kir, hatin desteserkirin û lêkolînkirin. Di encama lêkolînê de hate tespîtkirin ku di rojên cuda de 7 zarok îstîsmar kirine.    Li ser vê yekê zarokên mexdûr ku bi pedagog re îfadeyên wan hatin wergirtin, vegotin ku rastî îstîsmara C.B. hatine. C.B. yê ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Qoserê hate kirin, hate girtin û şandin girtîgehê.    Hate zanîn ku di dosyaya lêpirsînê de ji aliyê dadgeriyê ve biryara “nepen” hatiye dayîn.    DIBE KU HEJMARA ZAROKÊN MEXDÛR ZÊDE BIBE   Piştî bûyera derket holê dikan hate girtin. Şêniyên taxê ku em pê re axivîn, diyar kirin ku dibe C.B. gelek zêdetir zarok îstîsmar kiribin û anî ziman ku dibe hejmara mexdûran bigihe 40’î.