Mafê berdana Perîşan ê 30 sal in girtî ye tê astengkirin 2023-12-22 15:35:58   STENBOL - Ji bo girtî Mûstafa Mûrat Perîşan ê tevî cezayê lê hatiye birîn temam kiriye jî nayê berdan banga “Vê ecêbiya hiqûqê ji holê rakin” hate kirin.    Malbata Mûstafa Mûrat Perîşan ê li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê tê ragirtin û tevî cezayê lê hatiye birîn temam kiriye jî ji bo ferzkirina poşmantiyê qebûl nake nayê berdan, li Şaxa ÎHD’a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Mehmet Acettîn û pismamê Perîşan, Yûsûf Perîşan tev li civînê bûn.    ‘POŞMANTÎ TÊ FERZKIRIN’     Di civînê de ewilî pismamê Perîşan ê ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ve bi îdiaya “Xerakirin û yekparebûna dewletê” cezayê hefsê yê muebbedê lê hate birîn Yûsûf Perîşan axivî. Perîşan diyar kir ku tevî pismamê wî cezayê lê hatiye birîn temamkiriye jî rayedar dibêjin “hêj 4 salên wî hene” bernadin û ev bang kir: “Cezayek carekê li mirovekê tê birîn. Ev welat tehamulî qanûnên xwe nake. Ji bo ku tolê ji kesî bigirin gelek mafan bin pê dike. Em malbateke di vê mijarê de mexdûr in. Em bang li hemû sazî û dezgehên têkiliya wan bi hiqûqê re heye, li Meclisê, Wezareta Dadê û herkesê dikin; bila ev ecêbiya hiqûqê ji holê bê rakirin. Perîşan, diyar kir ku poşmantî li pismamê wî yê nêzî 32 sal in di girtîgehê de ye tê kirin û bi bîr xist ku di vê mijarê de biryarên emsal hene û anî ziman ku “nêzîkatiyeke tolhilîner” heye.    Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Mehmet Acettîn ê pişt re axivî, anî ziman ku biryarên berdana asteng dikin ji aliyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ve tên dayîn.