2’yemîn Atolyeya Nûçegihaniyê ya Krîzê dest pê dike 2023-12-22 14:59:18   AMED - DFG, di çarçoveya “Bernameya Piştgiriya ji bo Maf 2” de di 29’ê kanûnê de li Amedê duyemîn Komxebata Ragihandina Krîzê li dar dixe.    Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) di çarçoveya “Bernameya Piştgiriya ji bo Maf 2” de di 29’ê kanûnê de li Amedê duyemîn Komxebata Ragihandina Krîzê li dar dixe. Di atolyeyê de tê armanckirin ku bikêriyên kesên ku nû dest bi rojnamevaniyê kirine zêde bikin û di mijara mafên hiqûqî, ji heqê stresê bê derketin û rojnamevaniya di hawîra krîzê de agahiyan bidin. Atolyeya ku dê rû bi rû were kirin dê di 29’ê kanûnê roja înê saet di 09.00’an de li DFG’ê pêk were.    Di atolyeyê de ji wênegirê şer ê Reutersê Umît Bektaş, rojnamevan Abdurrahman Gok û Ensar Ozdemîr jî dikarin yek bi yek piştgiriya şîretkariyê wergirin.    Her wiha parêzer Resûl Temûr jî dê di atolyeyê de derbarê mafên hiqûqî yên rojnamevanan de agahiyan bide.    Ji bo forma tevlibûna atolyeyê dikarin xwe bigihînin lînka jêr: