Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê banga civîna awarte li Meclisê kir 2023-12-22 14:23:54   MÊRDÎN - Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê ku rewşa girtiyên di çalakiya gireva birçîbûnê de dişopîne ev bang kir: “Ji bo ku banga civîna awarte li Meclisê bê kirin em partiyên siyasî vedixwînin ku berpirsyartiyê bigirin ser xwe.”   Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê tên ragirtin di 27’ê mijdarê de di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” daye destpêkirin daxuyanî da. Ji ber barîna barana zêde û bahoza li bajêr daxuyanî li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrdînê hate dayîn. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.    ‘ÇALAKIYA NOBETÊ DÊ WERE DESTPÊKIRIN’    Dayika Aştiyê Besna Gunay a di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku gelê kurd bi komkujiyan nikare were sekinandin û banga bidawîkirinan polîtîkayên şer kir. Gunay, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Em dixwazin tecrîda li ser Serokatiya me were rakirin. Em weke gelê Mêrdînê ji vir radigihînin ku em ê li dijî vê yekê çalakiya nobetê bidin destpêkirin. Em di ferqê de ne ku dereng jî mayîne. Em ê jî li hundir, li derve li her derê çalakiyan li dar xînin. Em ê xwedî li zarokên xwe derkevin. Em naxwazin ji girtîgehan darbest derkevin. Em dixwazin herkes destê xwe deyne ser wijdana xwe û tev li çalakiyan bibe û hestiyar bibe.”   Gunay, a bal kişand ser bêhiqûqiyên li girtîgehan tên meşandin û bi gotina “Bijî berxwedana zindanan” axaftina xwe bi dawî kir.   ‘DERBARÊ GIRTIYÊN DI ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE LÊPIRSÎN TÊN DESTPÊKIRIN’    Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Lokman Emen ê pişt re daxuyanî xwend, diyar kir ku girtî bi bikaranîna mafê xwe yê Destûra Bingehîn ê demokratîk dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Emen, qala hevdîtinên xwe yên bi girtiyan re kir û anî ziman ku rêveberî vîtamîn, xwê û şekir nade girtiyan. Emen, destnîşan kir ku li gorî protokola çalakiya greva birçîbûnê pêdiviya xwarinê nehatiye bicihanîn û bi lêv kir ku derbarê girtiyan de lêpirsînên dîsiplînê hatine destpêkirin û ev pêkanîn bi şertên tecrîdê zêdebûne.    ‘BILA DERBARÊ KESÊN BERPIRSYAR DE LÊPIRSÎN BÊN DESTPÊKIRIN’    Emen, bal kişand ku divê di serî de mafê tenduristiyê, mafê jiyanê yên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bê parastin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê pêkanînên tecrîda giran bên bidawîkirin û Girtîgehên Tîpên F, S, Y û Ewlehiya Bilind bên girtin, îşkence û mûameleya xerab were bidawîkirin, derbarê berpirsyaran de lêpirsînên bi bandor bên destpêkirin, bêyî cihekariyê girtî bi awayekî adil werin darizandin, xwe bigihînin xizmeta tenduristiyê, şertên hijyen, mafên çandî û civakî û hevdîtina bi malbat û parêzerên xwe re bikarin pêk bînin, mafên wan ê jiyanê were parastin û pêşî li mirina were girtin.”   BANGA CIVÎNA AWARTE LI MECLISÊ KIR   Emen, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de tê ragirtin, li dijî normên hiqûqa navxweyî û hiqûqa navnetewî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi bûyerên 8 salên dawî bi awayekî zelal hatiye nîşandan ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd pêdiviyeke û israrkirina di şer de ti feydeyê nade welêt, berovajiyê vê zirarê dide. Di vê wateyê de rol û mîsyona Birêz Abdullah Ocalan a di çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd de bênîqaş e. Di vê çarçoveyê de em bi bîr dixin ku girtiyên di 27’ê mijdara 2023’an de di greva birçîbûnê de ne, daxwaza çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan dikin û em destnîşan dikin ku daxwazên wan daxwazên me ne. Di serî de Wezareta Dadê Komîsyona Lêkolînan a Mafên Mirovan a Meclisê, rêxistinên hiqûqî yên netewî û navnetewî vedixwînin ku berpirsyariyê bigirin ser xwe. Her wiha ji bo ku banga civîna awarte li Meclisê bê kirin em partiyên siyasî vedixwînin ku berpirsyartiyê bigirin ser xwe.”