Girtiyên Girtîgeha Kiriklarê: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan her çalakî rewa ye 2023-12-22 11:43:50   ÎZMÎR - Girtiyên li Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê destnîşan kirin ku Abdullah Ocalan temînata demokrasiyê ye û wiha gotin: "Heya birêz Ocalan neye berdan, ji bo me her cureyên çalakî û xebatê rewa ne."   Çalakiya grêva birçîbûnê ya dorveger ku girtiyên siyasî bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî" di 27’ê Mijdarê de dabû destpêkirin didome. Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Kiriklar a Bûcayê tên ragirtin, bi rêya parêzerên xwe têkildarî çalakiya xwe nameyek şandin.    Girtiyan di nameya xwe de ev tişt gotin: “Em wek girtiyên azad, bi dilê xwe yê azad hemû kesên welatparêz, aştîxwaz, demokrat û parastvanên mafên mirovan silav dikin. Weke 32 girtiyên siyasî yên li Girtîgaha Hejmar 2 ya Kiriklar a Bûcayê tên ragirtin, em tev li kampanyaya bi daxwaza ‘Ji birêz Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd re çareserî’ hatiye destpêkirin, bûn. Em, çalakiya xwe bi biryardariyeke mezin didomînin. Dost û dijmin dizane ku birêz Ocalan ji bo me ser her tişt e. Li Tirkiye û Rojhilata Navîn temînata aştî, azadî û demokrasiyê birêz Ocalan e. Her kes baş dizane ku birêz Ocalan di çareseriya pirsgirêka kurd de muxatab e.   Em amade ne ku ji bo azadiya birêz Ocalan û berpirsyartiya aştiyê ji hemû cureyên çalakiyan re amade ne. Niha 2 hevalên me çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomînin. Em ji dewlet û hevkarên wê yên li cîhanê re dibêjin ku heya birêz Ocalan neye berdan, her cureyên çalakî û xebatan ji bo me rewa ne. Em amade ne ku her cureyên fedakariyê bikin. Em pê dizanin ku dilê malbatên me û gelê me bi me re ye û ji dil û can piştgiriyê didin çalakiya me. Em dîsa jî careke din bang li gelê xwe dikin; piştgiriya xwe xurttir bikin, bi çalakiyên cur bi cur azadiya birêz Ocalan û Kurdistanê nêztir bikin.”