Sercerdevan êrişî zaroka 10 salî kir: Diranên wê şikand û laşê wê reş û şîn kir 2023-12-21 15:25:57   ŞIRNEX - Sercerdevan Adîl Oktan li gundê Zewik ê navçeya Hezexê êrişî zaroka 10 salî E.T. kir. Dayika zarokê da zanîn ku di êrişê de diranên keça wê hatine şikandin û laşê wê reş û şîn bûye.    Sercerdevanê bi navê Adîl Oktan li gundê Zewik ê navçeya Hezex a Şirnexê êrişî zaroka 10 salî E.T. û birayê wê yê 2 salî kir. Di êrişê de diranên zarok E.T. şikestin, pişt û rûyê werimîn û reş û şîn bûn. Malbata E. T. piştî bûyerê li qereqolê giliyê sercerdevan kir û cendirmeyan têkildarî bûyerê lêpirsîn dan destpêkirin.    Dayika zarokan Esma T. têkildarî bûyerê ji ajansa me re axivî û da zanîn ku wê zarokên xwe bi zor û zehmet ji nava destên sercerdevan xelas kiriye.    ‘MIN BI DARÊ ZORÊ KEÇA XWE RIZGAR KIR’    Dayik Esma T., da zanîn ku keça wê ya 10 salî û kurê wê yê 2 salî ji bo biçin dikanê ji malê derketin û wiha qala bûyerê kir: “Li ber dikanê rastî kurê sercerdevan tên û kurê sercerdevan şimaqekî li kurê min dide. Keça min jî jê re dibêje; ‘Tu çima li birayê min dixî?’ Piştre sercerdevan tê cihê bûyerê û li keça min dixe. Kurê min baz da malê, dikir hawar û ji min re got; ‘Dayê xwişka min kuştin.’ Ez jî bi hawara keça xwe çûm. Min bi zorê keça xwe ji destê wî xelas kir. Diranên wê şikandin û pişta wê, serê wê û rûyê wê werimin û reş û şîn bûn. Hewl da li min jî bixe. Lê min jê re got; ‘Ez ê biçim qereqolê û giliyê we bikim.’ Li ser vê yekê xwe paşve da.”    MALBATÊ GILIYÊ XWE PAŞVE KIŞAND    Bi domdarî dayik Esma T. da zanîn ku keyayê gund ku pismamê sercerdevan e kete navberê û wan jî giliyê xwe paşve kişandiye. Esma T., diyar kir ku wan û sercerdevan li qereqolê îfade dane û qereqolê jê re gotiye ku dê lêpirsîn bidome. Esma T., destnîşan kir ku rewşa keça wê niha baş e.