Hunermendan bang kirin ku Wezîrê Perwerdeyê Tekîn ji peywirê were girtin 2023-12-20 16:50:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Hewldana Hunermendan ji bo Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yûsûf Tekîn ê di axaftina xwe ya Meclisê de terîqet parastin, ji peywirê were girtin, bang kirin.    Wezîrê Perwerdeya Netewî Yûsûf Tekîn di 17’ê kanûnê de dema hevdîtinên budçeya saziyên girêdayî Wezareta Perwerdeya Neteweyî û Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî, li Meclîsê dihatin kirin, axaftin kiribû û di axaftina xwe de cemaet û terîqet parasti bûn. Tekîn di axaftina xwe de terîqet weke saziyên civakî dabû nîşandan û anîbû ziman ku ew ê bi van terîqetan re îmzekirina protokolan bidomînin.   Bertekên li dijî gotinên wezîr hêr ku diçe zêdetir dibin. Hewldana Hunermendan a tevî listikvan, nivîskar, helbestvan û rewşenbîr tê de hene, ji ber gotina Wezîr a “Bi gotina we terîqet, cemaet bi gotina me STK ne, hûn hemuyan kom bikin 10 heb protokolên me bi wan re hene. Em ê çêkirina protokolan berdewam bikin” banga ji peywîrê girtinê kirin. Hewldana Hunermendan wiha gotin: “Em zarokên xwe yên ku hebûnên me yên herî binirx in, ne teslîmî vê wezaretê dikin. Kesekî wiha divê yek saniyeye jî nemîne ser peywira Wezareta Perwerdeya Neteweyî.”   KESÊN ÎMZE KIRINE   Kesên daxuyaniya hatiye dayîn îmze kirine wiha ne: “Genco Erkal, Ataol Behramoglû, Mujdat Gezen, Dîlek Turker, Erdal Atabek, Zulfu Lîvanelî, Edîp Akbayram, Rûtkay Azîz, Orhan Aydin, Bedrî Baykam, Mehmet Aksoy, Zeynep Oral, Tamer Levent, Prof. Dr. Ahmet Saltik, Prof. Dr. Kemal Ozmen, Prof. Dr. Onûr Bîlge Kûla, Prof. Dr. Erendiz Atasu, Alper Akçam, Salîh Tûran, Nejat Yavaşogûllari, Melîke Demîrag, Cahît Berktay, Nîhat Behram, Mazlûm Çîmen, Tûna Kîremîtçî, Salîh Guney, Mujde Ar, Ahmet Kannecî, Nevra Bûcak Tulay Ferah, Ayhan Gulsoy, Ayça Oztorûn, Tûgrûl Keskîn, Hîdayet Karakûş, Huseyîn Yûrttaş, Erhan Dogan, Levent Uzumcu, Ferîdûn Andaç, Huseyîn Haydar, Ahmet Ozer, Orhan Alkaya, Cevat Tûran, Mûstafa Balbay, Tevfîk Kizilkaya, Elîf Akkaya, Nebîl Ozgenturk, Oner Yagci, Ozgur Efe, Abdulkadîr Paksoy, Sadik Gurbuz, Ganî Cansever, Arîfe Kalender, Sevgî Ozel, Attîla Aşût, Erhan Dogan, Adil Salih, Mûstafa Koz, Nevzat Çelîk.”