Beriya bersûcan bibîne teşhîs kir 2023-12-20 16:36:25   ENQERE - Di doza darizandina rêveberên SES’ê de rêveber bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. Şandeya dadgehê biryar da ku şahid beriya ku rûyê bersûcan bibîne teşhîsê bike. Li dijî vê îtîraz hate kirin.    Sekretera Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) Selma Atabay û Hevseroka Giştî ya SES’ê ya serdema berê Gonul Erden jî di nav de derheqê 8 rêveberên SES’ê de doz hatibû vekirin. Doz, bi îdiayên “endam û rêveberiya rêxistinê û propagandayê” hatibû vekirin û 11’emîn danişîna dozê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hate lidarxistin.    Gonul Erden ku di hefa malê de ye û Selma Atabey bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn û bersûcên din di danişînê de amade bûn. Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk û gelek kesên din danişîn şopandin.    Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û piştre jî li şahid Merdan Ruştu Ovalioglû ku ji Girtîgeha Sîncanê bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû hate guhdarîkirin. Serokê dadgehê şahid pirsî bê ka rêveberên SES’ê nas dike yan na. Şahid, got ku tenê rûyê bersûcan nas dike lê navên wan nizane. Piştre jî li parêzeran hate guhdarîkirin. Parêzeran got ku şahid miwekîlên wan nas nake û îfadeyên wî derew in.    LI DIJÎ TEŞHÎSKIRINÊ ÎTÎRAZ KIR    Selma Atabey jî bertek nîşanî şandeya dadgehê da ku şahid bêyî rûyê bersûcan bibîne teşhîsê dike. Atabey, got ku şahid rûyê wan nedîtiye lê teşhîsan dike.    Parêzer Levent Kanat jî li dijî kiryara teşhîskirinê derket. Her wiha Kanat xwest ku tevdîrên kontrola edlî ya miwekîlên wan bên rakirin. Piştre jî parêzeran ji bo parastinê xwestin dem bê dayîn.    DAXWAZ HATIN REDKIRIN    Dadgehê jî biryara navberê da û daxwazên Erden û Atabey red kir, biryar da ku kontrola edlî bidome û danişîn taloqî 18’ê nîsana 2024’an kir.