DEM Partî: Tirkiye bêyî hevrûbûna bi şerma xwe ya paşerojê re nikare demokratîk bibe 2023-12-20 12:50:25   ENQERE - Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê kesên di Komkujiya Mereşê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û wiha got: “Tirkiye bêyî ku hevrûbûna bi şerma xwe ya paşerojê re û komkujiyên li dijî elewî, kurdan û hemû kêmnetewên ku dewlemendiya vê axê ne hatine kirin dernexîne holê nikare demokratîk bibe.”    Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) têkildarî komkujiya di navbera 19 û 26’ê Kanûna 1978’an de li Mereşê pêk hat daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya bi îmzeya Hevberdevkên Komîsyonê Yuksel Mûtlû û Mahfûz Guleryuz hate parvekirin de wiha hate gotin: “Me kesên di Komkujiya Mereşê de winda kirine, ji bîr nekirine, em ê nedin jibîrkirin.”    ‘HÊZÊN LI PIŞT KOMKUJIYÊ NEHATIN AŞKEREKIRIN’     Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên li pişt komkujiya ku organizasyona dewleta kûr bû nehatin aşkerekirin û ev tişt hatin gotin: “Tevî hemû delîlan plankerên komkujiyê nehatin darizandin. Kesên cezayê müebbede girtin jî hatin berdan.”   ‘JI BO KU KOMKUJIYÊN NÛ ÇÊNEBIN…’     Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewlet li dijî hemû beşên civakê denydarê lêborînê ye û wiha hate gotin: “Komîsyona Heqîqet û Edaletê ya di bin banê Meclisê de were avakirin dê ji bo ronîkirina Komkujiya Mereşê û hemû binpêkirinên mafên mirovan û sûcê mirovahiyê gaveke girîng be. Divê desthilata AKP’ê û MHP’ê û piraniya Meclisê rê li ber aşkerabûna rastiya vê komkujiyê veke. Tirkiye bêyî ku hevrûbûna bi şerma xwe ya paşerojê re û komkujiyên li dijî elewî, kurdan û hemû kêmnetewên ku dewlemendiya vê axê ne hatine kirin dernexîne holê nikare demokratîk bibe. Ji bo komkujiyên nû çênebin em ê tu carî hewldanên jibîrkirina Komkujiya Mereşê qebûl nekin. Em ê her tim li cem canên xwe yên xizmên xwe li Mereşê windakirine bibin. Em êşa canên li Mereşê jiyana xwe ji dest dane di dilê xwe de dijîn Û li ber bîranînên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”