Berdana girtiyê nexweşê giran Tûrsûn cara 3’yemîn hate taloqkirin 2023-12-20 11:23:05   RIHA - Berdana girtiyê nexweşê giran Îsmaîl Hakki Tûrsûn ê 31 sal in di girtîgehê de tê ragirtin bi îdiaya “ne di rewşeke baş de ye” cara 3’yemîn hate taloqkirin.    Îsmaîl Hakki Tûrsûn (59) ê li Amedê piştî di 30’ê kanûna 1992’yan de hate girtin cezayê hefsê yê müebbede lê hate birîn, tevî ku cezayê lê hatiye birîn xelaskiriye jî nayê berdan. Berdana Tûrsûn ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Rihayê tê ragirtin ji ber rapora Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê ya “ne di rewşeke baş de ye” cara sêyemîn hate taloqkirin. Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya ewil di 8’ê kanûna 2022’yan de kom bû di 9’ê kanûna 2022’yan de tevî cezayê lê hatiye birîn xelas kir jî bi hinceta “ne poşman e” 6 meh û 5 roj, di 7’ê hezîranê de jî bi heman hincetê 6 meh û 5 roj berdana Tûrsûn taloq kir. Lijneya herî dawî di 13’ê kanûnê de kom bû, berdana Tûrsûn 9 meh û 5 rojan taloq kir.    Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên piştî Rewşa Awarte (OHAL) hatine destpêkirin, êrişên li dijî Efrînê, çalakiya greva birçîbûnê ya 2018’an li dijî tecrîd û cilên yek tîp hate destpêkirin, serlêdanên ji bo pêkanînên li girtîgehan bi dawî bibin hatine kirin, berzkirina dirûşmeyan a di dema guhertina qawişan de û “cezayên dîsîplînê” yên ji aliyê lijneya disîplînê ya girtîgehê ve hatine birîn kirin hinceta taloqkirina berdanê. Di biryarê de hate diyarkirin ku Tûrsûn 31 sal in di girtîgehê de ye û “gotiye ku qet ne poşman e”. Di hinceta biryarê de hate diyarkirin ku Tûrsûn ji ber “sûcên kiriye” , “poşman nîne” û “ne di rewşeke baş de ye”. Lijneyê dîroka nirxandina berdana Tûrsûn weke 25’ê îlona 2024’an diyar kir.    ÎSMAÎL HAKKI TÛRSÛN KÎ YE?    Tûrsûn ê di 30’ê kanûna 1992’yan de bi hinceta “alîkariya rêxistinê kiriye” hate girtin, xistin Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê. Bi îdiaya “yekbûn û yekparebûna dewletê xerakiriye” cezayê hefsê yê muebbedê li Tûrsûn hate birîn. Tûrsûn ê sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Elbistanê hate kirin, di 6’ê tîrmeha 2015’an de sewqî Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Sêwregê hate kirin. Tûrsûn ji 28’ê îlona 2016’an ve li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Rihayê girtî ye. Nexweşiyên weke hipertansiyon, ji ber tansiyonê hefteyê 2-3 caran xwîn ji difina wî tê û fitiqa piştê yên Tûrsûn ê di lîsteya girtiyên nexweşên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye hene.    MA / Emrûllah Acar