Di şewata li kursa Quranê de ku 6 zarok mirin, miftî wekî 'qisûrdarê sereke' hat dîtin 2023-12-20 09:03:15   AMED - Li Pasûrê agir bi kursa Quranê ketibû û di şewatê de 6 zarok jiyana xwe ji dest dabûn û 6 jî jê birîndar bûbûn. Têkildarî bûyerê li Miftiyê Navçeyê Selahattîn Ozçelîk ceza hatibû birîn. Dadgehê sedema cezabirînê eşkere kir. Ozçelîk ji ber 11 sal û 8 meh cezayê lê hatibû birîn serî li îstinafê da.    Li Miftiyê Navçeyê Selahattîn Ozçelîk ê ji ber şewata ku di 1'ê Kanûna 2015'an de li kursa Quranê ya Karaagaç a li gundê Benî yê navçeya Pasûr a Amedê derketibû û di encamê de 6 zarok jiyana xwe ji dest dabûn û 6 jî jê birîndar bûbûn dihat darizandin, ket ber "kêmkirina ceza" û 11 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Piştî ku 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di 1'ê Sibatê de sedema cezabirînê eşkere kir, parêzerên Ozçelîk serî li Dadgeha Edliye ya Herêmî ya Amedê dan.   Di biryara dadgehê de hat diyarkirin ku Ozçelîk berpirsê herî payebilind ê kursa navçeyê ye û ji ber ku tevdîrên pêwîst negirtiye, ceryana qaçax bi kar aniye û tevdîrên xwe nekiriye sûcê sereke yê wî ye. Dadgehê di biryara xwe de Ozçelîk wekî "qisûrdarê sereke" hesiband.    Di biryarê de hat diyarkirin ku qursa ku wek dibistaneke şevînî dihat bikaranîn tevî ku ne dibistaneke şevînî bû jî 3 sal beriya bûyerê dest bi xebatê kiriye û ceryana qaçax a ku hatiye bikaranîn li dijî "Rêziknameya Piyaseya Ceryanê" ye û berpirsê vê jî Miftîtiya Navçeyê ye.    Di biryarê de hat diyarkirin ku parêznameyên miftî yên li dadgehê ji bo xwexalîkirina ji sûc hatine kirin û gava mirov li awayê sûc, qiraniya qisûrê û encama derketiye holê mêze dike, ceza zêde hatiye birîn. Dadgehê biryar da ku ceza bê kêmkirin.     Ozçelîk û ku der barê wî de tevdîra kontrolkirina edlî hat dayîn û bi awayekî negirtî tê darizandin û parêzerên wî, piştî eşkerekirina sedema biryarê serî li Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê dan. Lêkolînkirina serlêdanê didome.